Bi têkoşîna jinan wê serketin misoger bibe
Ezîme Zagros

Ez weke gaziyeke şer di mijara fedakarî û pêşengtiya jinê de pir lêhûrbûnan dikim. Wiha dihizirim ku jinên çalakvan di şer û jiyanê de her bi fedayetî tevgeriyane û bûne xwedî berhemek e mezin. Di şerê li çiyayan û di Şoreşa Rojava de jî jinan pêşengtî kirin û bûn serkêşên berxwedana bi heybet. Min bi xwe jî şahidî ji qehremanî û fedayetiya jinan re kiriye. Jixwe jin her li ku derê bin fedakar û çalakvan in.
Teqez divê şaş neyê fêmkirin ku mîna ez hewl didim weke jinekê pesnê xwe bidim. Ji ber ez jî gaziyeke şer im û qet bala min li ser tiştên wer nîne. Min di nava malê de dayika xwe jî dît bê ka çawa jiyana xwe ji bo zarokên xwe feda dikir.
Mebesta min ew e qala hin rastiyên jiyanê bikim û bibêjim ku jin mirova herî fedakar û têkoşer e. Jixwe her kes dizane ku keda jinê tê îmkarkirin. Divê mirov rastiyên heyî vebêje da ku jin bigihîje mafên xwe yên layiqî wê ne.
Dema qala keda jinê dikim ez ji dayika xwe dest pê dikim. Tê bîra min dema hîn zarok bûm, min dayika xwe didît bê çawa dixebite. 24 seatan ji bo me ked dida. Kesên vê kedê ji nedîtî ve werin yan jî înkar bikin wê bibin mirovên herî xerab. Hezkirin û hurmeta min a ji dayikan min re daîmî ye. Dayik bi xwe kedkarên herî bi nirx û hêja yên cîhanê ne.
Ew dayika timî ji bo malbata xwe di nav kar û xebatan de ye, ji zarokên xwe re nabêje, “Min ewqasî ked di ber we de ye daye, divê hûn heqê min bidin ” û vê nake minnet jî.
Li ser van esasan di serî de dayikên me yên hêja, divê ji bo keda jinan neyê înkarkirin, em timî têkoşîn bikin. Hewce ye weke şervanên azadî û rûmetê em bibin zarokên layiqî wan dayikên me yên tevahiya jiyana xwe ji bo me feda kirine. Hurmeta ji dayikan re tê wateya hurmet û rêzdariya ji ax û welat re.
Em ê ti carî berevajî hedef û armancên xwe tevnegerin. Timî em ê heqiyê biparêzin. Wê teqez bi têkoşîna jinan serketin misoger bibe.