Bi Rêbertiya xwe re em ê bi ser bikevin

Leyla Amûdê

Sala 2025’an bi şer, êrîş, talan û rêbazên herî tundrew bi dawî bû. 2025 bi xwe re gelek pêkûtiyên bi êş û birînên bijan derxistin holê ku bi salan jî nayên dermankirin. Şer û pevçûnên sala bihurî derketin holê hîna jî berdewam dikin. Di wan şeran de bi hezaran mirovên bêguneh dibin qurban, mal, gund û bajarên wan tên talankirin. Desthilatdarên kujer ên kastîk bi hedef û armanca serwerkirina xwe jin û civakan dikin qurbana desthilatdarî û neteweperestiya xwe.

Desthilatdarên kujer, cîhadîst û talanger bi berdewamî tundî pêş xistin. Hewl dan bi vî rengî çavên civakan bitirsînin û serê wan bitewînin. Li pişt wan hêzên cîhadîst, navenda hêzên sermayedar a cîhanî heye. Hêzên sermayeparêz bûne weke Qutiya Pandorayê ya çavkaniya hemû xerabî û nebaşiyan. Ew hişmendiya zilamperest a temenê wê digihîje beriya 30 hezar salî jin û zarok di komkujiyan re derbas kiriye. Wê hişmendiyê bi sedê salan bi awayekî veşartî hebûna xwe domandiye. Îro jî xwe bêmaske dertîne pêşberî mirovahiyê.

Wiha ji mirov re tê ku dîrok xwe di vê mijarê de dubare dike û zarok li qesrê di merasîmê de ji dayika xwe re dibêje: “Yadê binêre qral tazî ye.” Bi vî awayî hemû kesên li merasîmê di nav xwe de dikine pistepist û dibêjin, “Bi rastî jî qral tazî ye.” Bi vî awayî eşkere dibe ku qral tazî ye. Bi vî rengî sir û eybên qral yanî pergala desthilatdar derdikevin  holê û tên keşfkirin. Pergala serwer ji bo şerm, sir û kiryarên xwe veşêrin bi hezaran lîstikan pêş dixin. Mirovan dixin şûna dînan de û bi rêbazên şerê taybet wan dixînin. Li hemberî van hemû lîstikan divê zanebûn û wêrekî hebe da ku mirov ji pergala desthilatdar re bêjin, “Bes e!” û bi vîndarî serî hildin. Eger wiha nebe wê mirovahî têk biçe.

Dibe ku bêdengiya jin û civakê bibe sedema xerabî û neyînî serkeftinê qezenc bikin û cîhana me veguhere cihekî tundrew û cinawaran. Di nav van 30 hezar salan de gelek tarîtî û xerabî veşartî mane. Ji bo ew heqîqet were rohnîkirin çend Xelacî Mensûr û Suhreverdî, pêwîst in gelo? Gelo çend Galîleo û Hypatia hewce dikin? Divê were zanîn ku wê careke din ew kesên mezin û navdar neyên dinyayê. Lê divê kesên di kar û xebatên xwe weke wan bin, peywir û erkên wan ên mayî bigirin ser milên xwe û xwedî li exlaqê mirovahî derkevin. Her çiqasî em di serdema Leviathanan de dijîn jî mirovên bilind û pîroz jî hene.

Mirovê ji Aristo û Sokrates jî zêdetir xwedî felsefeyeke nûjen û hemû sînorên welatan, neteweyan, olan, mezheb û zayendan jî derbas kiriye heye. Her wiha gihiştiye merteba herî jor a zanyaran. Dirûşma wî jî “xwişk û biratiya gelan û jiyana wekhev û azad e.” Ev Fîlozof, Pêşeng û Zanyarê Sosyalîst Rêber Apo ye. Li ser fikir û felsefeya Marks û Engels dest bi têkoşînê kir û gihişt pileya herî bilind a doktrîna kar, xebat û têkoşîna ji bo sosyalîzma zanistî ya demokratîk.

Rêber Apo ji dil û can û bêrawestan zêdetirî 52 salan ji bo mirovatî weke mirovan bijî têkoşîn dike. Rêbertiya me îdeolojiya azadiya jinê pêş xist û îro jinên Kurd û Ereb li ser vî esasî pêşengtiyê ji jinên cîhanê re dikin.

Rêber Apo di tehlîl, dahûrandin û parêznameyên xwe de ji çêbûna gerdûnê heya zanista civakî her tiştî dinirxîne. Niha jî em wan berhemên dewlemend ên Rêbertî dixwînin û li ber rohniya wan dimeşin. Weke jin û civak xwedî şensekî pir mezin in ku Rêber Apo pêşengê me ye.  Rêber Apo dibêje ku ew lêgerê heqîqetê ye. Rêberê me qet û qet, sînorên Girava Îmraliyê nas nekir, têkoşîn û berxwedana xwe di asta herî bilind pêş xist. Fikir û ramanên Rêbertî gihiştin her devera cîhanê. Jin û gelên azadîxwaz îro li ser esasê fikir, felsefe û bîrdoziya Rêbertî ketine nav lêgerîna jiyaneke herî watedar a li derveyî pergala serwer a kapîtalîst.

Îro jî em dibînin ku Rêber Apo barê hemû mirovahiyê hilgirtiye ser milên xwe, bi kelecan û hêvî dimeşe. Tevahî gelê Kurd, gelên Rojhilata Navîn û mirovahiya pêşverû û azadîxwaz lê xwedî derdikevin, fikir û ramanên wî dişopînin. Şoreşger û mirovhez ji serkeftina pêvajoyê bawer dikin û wê ew jî destê xwe dixin bin kevir. Ez bawer im di vê sala nû de wê her kesên azadîxwaz ji bo serkeftina pêvojêyê têkoşîn bikin. Ez vê sala nû li Rêber Apo û tevahî mirovahiyê pîroz dikim. Bi hemû gelan re li ser şopa heqîqeta Rêbertî û şehîdan em ê bi ser kevin, dawiyê li şer û tundiyê bînin.

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button