BI KENÊ ME JIYAN TÊ HÛNANDIN
Cûdî Cizîr

Jiyana ji zayîn û mirinê peyda dibe, gelek tişt ji me bir û gelek tişt jî da me. Bi kenê me re ev dergûşa ji gerdûnê re dibe cih û war wê careke din ji dahatiya mirovatiya nû re sînga xwe veke. Bêguman kenê me bengîniya azadiyê ye, daxwaza bêsînoriyê ye. Kenê me, tevlî çeman dibe, diherikê li çiyayan asê dibe, li bajaran kom dibe, dibe derya, tav lê dide, jê hilmek hênik bilind dibe. Diçe perdeya asiman diqetîne, dibe ewr, gurmîniyan li jor tîne, baranê dibarîne. Axê şil dike, hêşîn dike. Ev çavkanî, kenê me ye! Bila kes nebêje gaziyên şoreşê êdî nikarin tiştekî bikin, tirêjên me tûj in! Dema em gava xwe diavêjin pir xurt diavêjin. Bila kes nebêje êdî gazîyên têkoşînê nikarin bikenin, Ma kî dikare weke me dilê xwe bike xaniyê stêrkan? Kî dikare deriyê wê malê veke? Tenê kesên bedew, dilsoz, qenc û hevrêyên Apoyî dikarin dilê xwe bikin hêlîna stêrkan.
Bi kenê me re Jiyan xezîneya xwe vedike. Reng û dengê me di navbera lênûs û pênûsê de; hêvî û hestên me di nav helwesta azadiyê de ne. Lewma ken û jiyana gaziyên şoreşê romaneke mezin e. Bi qasî deryayekê fireh e. Kenên me li ser deryayê dûr û kûr diçe, dikeve nava kûrahiya jiyanê. Divê mirov weke evîndarekê bi jiyana azad re bikene û dest ji lêgerînên xwe bernede. Bi kenê me jiyan tê hûnandin. Hêvî û hestên me xweşikî û bedewiyan diafirîne. Ken, gula rû ye. Ken, strana azadiyê ye, baskê şahiyê ye, ji hêlîna dil derdikeve, difire diçe û dirêj dibe.
Kenê me reseniya jiyanê diafirîne. Evîna me, baskê xwe li bayê welêt difirîne. Di nav asimanê şîn re derbad dike. Bi rastî kenê me nîşaneya azadiyê ye. Em ê kenê xwe çawa li ser rûpela spî bineqişînin? Kenê me hêviyeke ku di dilên gelan de hatiye afirandin. Weke çirûskên tîrêjên berbangê xwe berdide ser deşt û çiyayan. Xweza û mirovahiyê bi hemû germahiya xwe hembêz dike. Bi ker kenekî me kulîlk, çiya û deşt; mirovahî, jin, zarok bi germahiya tîrêjên rojê radibin dîlana azadiyê.
Bi taybet kenê gaziyên şoreşê hêviyên vejînê diçîne. Mîna şitleke dara çinarê her roj mezin dibe û li derdora agirê azadiyê difire. Ji lewma kenê gaziyên Kurdistanê dara dinyayê ye. Dîmenên rengîn û xweşik li pişt xwe dihêle. Ken dibe evîn, hêvî azadî û tovên gulan hêşîn dike. Dil dihejîne, nûra çavan dide biriqandin. Bi rastî jî kenê me stêrkên li asîman rohnî dike, di şêvên tarî de pêşiya me ronî dike. Rêya azadiyê nîşan dike. Kenê gazîyên têkoşîna azadîyê; di dil û mejiyê mirovan de evîna azadiyê ji nû ve dide şînkirin Welatê rojê bi vê tevgara nûjen dilerize û zindî dibe. Bi hêviya kênê azadiyê…




