Bi azadiya jinê re civak û jiyan jî azad bibe

Gaziyên jin ên 8’ê Adarê pîroz kirin gotin, “Em di wê baweriyê de ne bi azadiya jinê re civak û jiyan jî azad dibe.”
Li tevahiya Kurdistan û cîhanê 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê bi coş û heyecaneke mezin tê pîrozkirin. Ji Gaziyên jin Barîn Sorxwîn, Gulçîn Xoşmêr û Destîna Bêrîtan têkildarî vê rojê nêrînên xwe parve kirin.
‘Girîng e her qada jin lê ye veguhere çepera berxwedanê’

Gaziya şer Barîn anî ziman ku ew beriya her tiştî 8’ê Adarê li Rêber Apo û tevahî jinên têkoşer pîroz dike û got, “Heta jineke bi tenê bêrêxistin nemîne em ê têkoşînê dewam dikin. Têkoşîna me ya azadiya jinê ya Rêberê me weke karekî destanî pênase kir, kodên mejiyê mêr ên 30 hezar salî raxist pêş çavan û rê li ber ‘xwebûnê’ vekir. “
Barînê anî ziman ku şerê azadiyê ji Sarayan heta Zîlanan, ji Bêrîtanan heta Doga Viyanan bênavber dewam dike û ev anî ziman, “Wan lehengan ji bo jinan destketiyên mezin afirandin û bûn nîşaneya civaka jin lê azad be jiyan jî azad e. Ji ber vê yekê jî girîng e jin her qada lê ne veguherînin çepera berxwedanê.”
‘Divê em ti astengiyan nas nekin’

Gaziya şer Gulçîn Xoşmêr jî bi wesîleya 8’ê Adarê ev got, “Bi azadiya jinê re wê civak û jiyan jî azad bibe. Ez weke jin têkoşîna jinan bi baweriya ku azadiya jinê wê bibe azadiya hemû mirovahiyê silav dikim. Em weke gaziyên şer li cem jinên azadîxwaz in û hevgirtina xwe ya bi têkoşîna wan re tînin ziman.”
Gulçîn Xoşmêr her wiha got, “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo daye destpêkirin wê bi têkoşîna di pêşengiya jinan de tekez bi serketinê encam bibe. Ji bo vê pêwîst e em bi rola xwe ya dîrokî rabin û di vê xisûsê ti astengiyan nas nekin.”
‘Yên şer û pevçûnan rawestînin jin in’

Destîna Bêrîtan ku yek ji gaziyên şer e bal kişand ser şer û pevçûnên li herêmê û wiha axivî, “Em dibînin cîhan û bi taybet herêma me ji aliyê zîhniyeta desthilatperest ve bûye mîna dojehê. Yên van şeran rawestînin, jiyaneke her netewe û bawerî bi azadî bijîn ava bikin jin in.”
Destîna bal kişand ser paradîgmaya Rêber Apo û got, “Paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê ya Rêbertiya me dermanê hemû pirsgirêkan e. Bi wesîleya 8’ê Adarê pêwîst e li her qadê em daxwaza xwe ya azadiya fizîkî ya Rêbertiya xwe bi dengekî bilind bînin ziman. Li ser vî esasî ez hemû jinên têkoşer û berxwedêr silav û pîroz dikim.”



