Bi 2’yê Tîrmeha 1979’an re hîmê Şoreşa Rojava hat danîn

2'yê Tîrmeha 1979'an Rêbertî ji Bakurê Kurdistanê derbasî Rojavayê Kurdistanê bû. Ev hîcret derbeyeke herî mezin bû ya li faşîzma dewleta Tirk hatibû xistin.

 

Vê meşa Rêber Apo ya 2’yê Tîrmeha 1979’an tenê li Bakurê Kurdistanê têkoşîn mezin nekir. Rojavayê Kurdistanê jî kir warê şoreşan. 2’yê Tîrmehê cihê Rêbertî destpêkê gava xwe avetiyê Kobanê bû.

Rêbertî piştî demekê li Kobanê ma derbasî Lubnanê bû. Dema Rêbertî ji Kobanê veqetiya, xelkê li wir hê nizanîbû bê Rêbertî ji bo Kurdan tê çi wateyê. Piştî hîcreta Rêbertî bi 33 salan, 19’ê Tîrmeha 2012’an yên destpêkê bi felsefe û fikrên Rêbertî çirûska şoreşa Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêxistin xelkê Kobanê bû. Bi 2’yê Tîrmeha 1979’an re hîmê Şoreşa Rojava hat danîn.

Gel û jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên 2’yê Tîrmehê hatina Rêbertî ya Rojava ji bo xwe weke mîladekê dibînin, îro ji hemû jin û gelên bindest ên cîhanê re bûne çavkaniya rizgarî û azadiyê.

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button