Berxwedêr teslîmiyetê qebûl nakin
Azê Dalaho

Demsal zivistane, lê li welatê me li şûna berf û baranê li ser gelê Kurd ê sivîl bombe û mûşek dibarin. Xwîn li nav cokan li şûna ava baranê diherike. Zarokên welatê min li nav Heleb, Loristan, Îlam û Kirmaşanê berxwedaniyê dikin, rûbirûyê tundiya neyarê zordar tên. Neyarê xwînxwar û despot bi sedsalan gelê me di nav pencên xwe de destgîr kirine.
Lê wan xayîn, sîxur û neyaran ji bîr ve kirine ku gelê Kurd weke berê nîne. Kefenê xwe çirandine, her li ser piyane û li ber xwe didin. Bi ser gelê Kurd ê berxwedêr de dijminatî û çete dibarin. Mebesta wan ew e gelê me di nava golên xwînê de bixeniqînin û dawiya wan bînin. Lê weke ku min li jor jî got gelê Kurd êdî biryara jiyana azad û wekhev daye, hew jê dizivire. Teqez wê qeder jêre ronahiyê bîne û deriyê serkeftinê veke.
Bi sedê salan e li ser gelê me qirkirin û înkar heye. Her kes vê pir eşkere dibîne. Tevî vê jî hemû cîhanê çavên xwe girtiye û rola sê meymûnan dilîzin. Vê carê jî xwîna gelê me li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê mîna avê herikî û bi xwe re golek çêkir. Hemû cîhanê şahidî kir bê ka çawa du dewletan dehhezaran çetên xwe yên tundrew, bi çekên herî giran û balafirên bê mirov ên keşfê li mirovên bêçek dan. Gelek malbat bi komî hatin qetilkirin.
Bi tank, top û mûşekan êrîş kirin. Gelek zarok û jin şehîd û birîndar bûn. Malên wan bi ser wan de anîn xwarê. Hîn jî gelek mirov wenda ne. Evqas hêz û çek ne li hemberî welatekî bû! Tenê li hemberî du taxan bû ku ew tax jî tijî mirovên sivîl bûn. Neyar ewqasî ji gelê Kurd ditirsin ku êrîşên mînaka wê nehatine dîtin dikin, wan bi tang û topan dikujin. Rast e vîna vî gelî ewqasî mezin e ku dewleta Tirk a hêza duyem a NATO ye û hikûmeta veguhêz a Şamê jî di nav de bi ewqas hêz û çekan êrîş kirin.
Tirsa wan tundrewan hinde mezin e ku bi bêşermiyeke mezin bi zêdetirî 40 hezar çeteyan êrîşî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kirin. Lê bila serxweşiya serkeftinê nejîn. Ji ber ev ji bo wan binketineke pir mezin bû. Ji bo wijdanê razayî yê mirovahiyê jî şermeke wê ti carî neyê jibîrkirin. Ma qey wê dîrok pirsa vê neke? Ma ji wijdanê razayî yê mirovahiyê wê hesab nexwaze?
Gelê me û hêzên wan ên ewlekariyê yên berxwedêr careke din nîşan dan ku em ti car teslîmiyetê qebûl nakin û bi xwîna xwe rûpelên dîroka têkoşer dineqişînîn.
Helebê û hemû cîhanê jî heybeta gelê me û qehremanên me dît. Destana van qehremanan wê di dilan de were nivîsandin û wê bibe roniya çavan. Ev soza me ye wê Rojavayê welat şewqa rojê di dilê xwe de rohnî bike û cîhanê tarîtiyê xelas bike.




