Berxwedana gelê Bakur ji Kobanê hat silavkirin
KOBANÊ

Xelkê Kobanê bi gaziyên xwe û tevahî beşên civakê berxwedan û piştevaniya xelkê Bakurê Kurdistanê ya ji bo Kobanê, Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê silav kir û got, “Em ê bi hev re li Amed, Semsûr û li Kobanê bi ser bikevin.”
Ji bo silavkirina berxwedana gelê Bakurê Kurdistanê ya têkildarî parastina Kobanê, Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xelkê Kobanê, li ber sînor daxuyanî da. Gelek gaziyên şer ên Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî bi alên xwe tevlî daxuyaniyê bûn.
Daxuyanî ji aliyê Hevserokê Rêveber a Kantona Firatê Ferhan Hec Îsa ve hat xwendin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, “Em weke gelê Kobanê tenê spasiya gelê xwe yê Bakur nakin, em wan ji dil û can hembêz dikin. Berxwedana wan ji dil û can silav dikin. Bi hebûna hêza me û di şexsê sekna wan de berxwedan car din geş dibe. Mezinbûna Kobanê ji ber sekna wan e û bi sekna 1`ê Mijdarê re pêk hat. Dewletên ku Kurd nas nedikirin, îro Kurdan nas dikin.”
Di dawiya daxuyaniyê de gelê Kobanê dirûşmên, ‘Bijî Berxwedana gelê Kurd’ û ‘Bijî Berxwedana Rojava’ berz kir.