Beriya her tiştî em jî mirov in
Azê Dalaho

Dinyaya me ya biçûk ji ber hêrsa mirovên desthilatdar û ferdperest serûbinî hev bûye. Hatiye rewşa hew, bê naskirin. Tiştên ku ti şer an jî ti hêz, nikarin bi ser bixin hene. Ev jî hêza hezkirin û demokrasiyê ye.
Ev mijar wiha ye û me şahidî jêre kiriye. Li vê cîhanê mentiqek wiha heye. Ji ber pirsgirêkên nîjadperestî, olperestî û zayendperestî çiqas mirov hatine kuştin gelo kî dizane? Rastiyek wiha heye, lê me ji bîr kiribû! Me ji bîr ve kiribû ku em jî aîdî netewekê ne. Diviyabû me karîba bi mirovên din re jî bi şêweyekî hevbeş û hemaheng bijîn. Lê kesî ne zimanê me, ne jî weke hebûn em qebûl dikirin.
Rêber Apo diyar dike ku di mirovbûnê de israr di sosyalîzmê de israr e. PKK xwedî hêz û îradeyeke pir mezin bû û roj bi roj hîn xurttir dibû. Bi vê bawerî û biryardariyê bi dehan salan têkoşîn û berxwedan kiriye. Eger wiha nebûya çima Rêbertî piştî têkoşînek ewqas e dijwar ya nîv sedsal derbas kir, partiya bi destê xwe ava kir û kêlî bi kêlî mezin kir wê fesix kiriba? Ev pirseke ku me hemûyan ji xwe kir. Di rewşên xwezayî de dema rêxistin lawaz diketin, mehkûmî têkçûnê dibûn û her pêşengekî wan seriyek dikişand. Rêxistinên welê bi xwezayî dihatin fesxkirin an jî fesix dibûn.
Di nav partî û rêxistinên sosyalîst de ya herî xurt, bi salan xebitî û têkoşîn kir jî PKK bû. Di partiyeke weke PKK’ê de hêzên bi salan şer bikin û amadekariyên şerê gel ê şoreşgerî dikirin hebûn. Eger dewleta Tirk neçûba ber lingên Rêbertî û Rêber Apo jî ev bersiv û banga dîrokî nekiriba gelo wê niha rewş çawa ba? Her kes dizane ku fermandar û gerîlayên azadiyê girêdayî biryara Rêber Apo ne û wê li ser xeta Egîd û Kemalan dimeşin. Gelo çima PKK’ê xwe fesix kir? Em bi zimanekî sade bibêjin, ev têkoşîn ne tenê bi hedefa şerê çekdarî hatiye destpêkirin. Hedef û armancên xwe pir pîroz û mirovî ne. Ji roja xwe ya yekem û heya roja îro jî bi heman hedef û armancê tevdigere.
Hedef û armancên xwe jî li ser avakirina jiyaneke azad û wekhev pêş ketiye. Li ser wê xetê jî heya îro dimeşe. Her dem parastina xwe ya rewa kiriye. Wer xweber û bêsedem çalakî nekirine. Rêber Apo dibêje, “Em neteweyek wisa ne eger hêzê me ya em cîhanê têk bibin hebe jî, em ê êrîşî ti kesî nekin. Eger hemû cîhan bibe yek û were bi ser me de jî em ê dest ji mafên xwe yên rewa yên demokratîk bernedin.” Rêber Apo berê jî timî di nav hewldana pêşxistina aştî de bû. Lê dewleta Tirk bi dek û dolaban nêzî hewldanên Rêber Apo dibû.
Rêber Apo tevî vê demboriya berbiçav jî bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk a 27’ê Sibatê re derî ji pêvajoyeke nû re vekir. Ev gava dîrokî îro di pêşengiya Rêber Apo de pêş dikeve.
Rêber Apo li pêş çavên hemû cîhanê û bi rengekî pir vekirî peyamên xwe da tevahî mirovahiyê û got: “Ez ji her wextî zêdetir ji bo pêvajoya aştî û civaka demokratîk amade me. Armanca min ji vê têkoşînê wekhevî, edalet, azadî û aştiyeke mayînde ya ji tevahî cîhanê re ye.” Rêber Apo dewleta Tirk re jî got, “Eger hinceta we ji bo pêkaneanîna aştiyê PKK ye, vaye ez PKK fesix dikim.” Pêwîst e her kes vê rastiyê bibîne û fêm bike ku em jî di nav de divê em ji her kesî re vebêjin bê ka çawa Rêber Apo hemû jiyana xwe ji bo pêkanîna civakeke hevbeş û demokratîk feda kir. 27 sal e jiyana xwe di nav tecrîdeke girankirî de derbas kir. Ev tehemûl û têkoşîn hemû ji bo çareseriyeke mayînde ya ji pirsgirêka Kurd û mirovahiyê re bû.
Tevî ewqas zor, zehmetî û tecrîdê jî bi sebir û tehemûleke mezin pêşxistina berxwedanê di fikir, ruh û hestên me de pîroziya Rêber Apo dide çêkirin. Vaye îradeya ku hêzê û hezkirinê diafirîne. Rêber Apo heya îro jî bi vê hêzê têkoşînê dimeşîne. Şagirtên Rêbertî yên qehreman û leheng jî xwedî li ked û têkoşîna Rêber Apo derdikevin.
Rêbertiya me bi pêvajoya nû re Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk pêşkeşî me kir. Rêber Apo diyar dike ku rêbertiya rêyekê dike ku ev rê ji bo pêkanîna aştî û hezkirinê yekane ye. Rêbertî careke din anî bîra me ku beriya her tiştî em însan in û jiyaneke azad jî bi aştî û civakek demokratîk e dikare pêş bikeve.
Jiyan weke wêneyekî ye. Piştî te wêne xwe xêz kir, divê tu reng jî bidiyê. Ev wêne jî tenê bi rengekî nayê temamkirin û xweşik jî nabe. Ma gelo em dikarin wêneyê xwe bi giştî şîn an jî kesk bikin? Mînak ma em dikarin asîman kesk bikin? Nabe! Em însan weke qelemên rengareng in. Ji bo kamilkirina wî wêneyî pêwîstiya me bihevrebûnê heye. Jiyan bi hev re xweşîk û bedew dibe. Bi hemû netew, ol û zayendan xweşik dibe. Wêne jî wisa bi hemû rengan xweşîk dibe. Eger em di vê baweriyê de ne ku em însan in, wê demê divê em dest bidin hev û wêneyê jiyana xwe bi hev re xêz bikin.




