Aldar Xelîl: Divê berxwedan bênavber bidome

Endamê Desteya Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Aldar Xelîl ê di mitînga Hesekê de axivî got,  “Divê berxwedan berdewam bike heta ku maf werin misogerkirin û di destûrek neteweyî de werin bicihkirin.”

Şêniyên bajarê Hesekê di çarçoveya çalakiyên 1’ê Sibatê Roja Piştevaniya Rojava ya Cîhanê de, mîtînga piştgiryê li dar xist û êriş û gefên li dijî Rojava şermezar kirin.

Şêniyên ku li Çerxerêya Kevokê ya Taxa Til Hecer a Hesekê kom bûn, pankartên bi nivîsên “Perwerdehiya bi zimanê Kurdî mafekî rewa ye”, “Maf û azadiya jinan garantiya jiyan û azadiyê li Sûriyeyê ye”, û “Garantîkirina mafên gelê Kurd di destûrê de erkekî neteweyî ye” hatin vekirin.

Mîtînga piştgiriyê bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştre endamê Desteya Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Aldar Xelîl axivî û diyar kir ku ev roj roja azadî, berxwedan û bidestxistina serkeftinan e.

Xelîl destnîşan kir ku berxwedana gelê Kurd komplo û planên li dijî wan hatine çêkirin têk bir û bal kişand ser yekitiya gelê Kurd ku ji bo azadî, rûmet û mafan daket kolanan.

Xelîl her wiha behsa nakokiyên ku hin alî hewl didin di navbera pêkhateyên cûda yên herêmê de biafirînin kir û got, “Projeya Neteweya Demokratîk çareseriya van komplo û nakokiyan e.”

Xelîl diyar kir ku şoreş bi dawî nebûye û wan qonaxek nû ya têkoşînê dest pê kiriye, qonaxek ku divê her kes berxwedana xwe xurt bike û got, “Peymana ku hat îmzekirin encama hewldan, berxwedan û yekitiya gelê Kurd e. Entegrasyon dê li ser bingeha biratiya gelan be.”

Aldar Xelîl anî ziman ku divê berxwedan berdewam bike heta ku maf werin misogerkirin û di destûrek neteweyî de werin bicîhkirin.

Mîtîng bi berzkirina dirûşmên piştgiriya berxwedana gelê Kurd bi dawî bû.

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button