Ahenga bi têkoşînê re

Cûdî Cizîr

Gelo mirov dizane jiyana di nav têkoşînê de çawa ye?  Her ku mirov dijî  mirov fêr dibe ku  ahenga bi têkoşînê re çawa ye. Em di nav şoreşe de ne. Her yek ji me li cihên cuda ne û rastiya şer jî dijîn. Ti kes ji me guman nake kî  kengî şehîd bikeve û agahiyên şehadetan weke şirqîna brûskê di dilê mirov de diteqe. Di têkoşîna me de hinek mirov hene ku hem di jiyana xwe de û hem jî di şehadetên xwe de bûyîna kesayetên mînak bi ser dixin. Bi êşa her hevalekê/î re giraniyek xwe li dilê mirov dipêçe. Divê mirov ji aliyê hest û derûnî ve ji van re amade be.

Çawa ku tiştek di cihê xwe de nasekine,  têkoşîna mirov jî  bi êş, kesera azadiyê, daxwaz, hezkirin  kêfxweşiyan di rê de diçe. Ji aliyê têkoşîna me ve her sal û dem destkeftiyên xwe yên cuda hene. Her dem  ji bo serkeftinê bi dest bixin em têkoşînek bêeman didin. Ji lewra em weke gazİyên têkoşîna gelê Kurd dixwazin bibin bersiv. Em ê bi wijdanî tevbigerin û wê ev wijdan me bibe serkeftinê. Wê ev serkeftin bibe rojbûna  gelê Kurdistan û wê xeyalên me li van axan şax vede û hêşîn bibe.   Vaye wê demê  mirov dibe şoreşgerek herî kêfxweş. Aramiya mirov dijî kêfxweşiyê bi xwe re tîne,  mirov hêjayî xweşikbûnê ye. Diyardeya nirxan, berzbûna di dil û raman de tê avakirin. Ev jî ji hezkirinê tê. Ji bo wê milîtanên herî bihêz  berpirsyartiya xwe ya li hemberî jiyan û dîrokê pêk tînin.

Di vê wateyê de lazim e mirov  bi ser xwe de biçe. Roja îro militanên Apoyî li hemberî pêvajo û dîrokê rola xwe bi azadiyê tacîdar dikin. Em dahûrînên Rêber Apo dixwînin. Pêwîstiya lêhûrbûna me pir mezin e. Rêber Apo  mîna teqîna volkanekê derketiye ser dika dîrokê. Mirov her tim bezvanek e. Utopya dibin roj, cîhan û roja mirov weke fêkiyekê digihîne, hiş dilê mirov  ronî dike. Mînak, kesayetek ji dayîk dibe û li wir tovê sosyalîzmê tê çandin. Sosyalîzm li ser vî mirovê nûhatî ava dibe. Niha mirovên Rojhilata Navîn bi nirxên xwe yên cewherî re digihin hev. Wê hemû nêzîkatiyên xirab jî cihê xwe di sergoya dîrokê de bigirin. Di Rojhilata Navîn de şerên tolhildanê tên meşandin. Bimire û bikuje ji derveyî zêdekirina tirban ma bi kêrî çi hatiye? Li Rojhilata Navîn şerên olî, mezhebî, namûs, xizanî, talan heye. Ev şer bi tevahî sedemên xwe tera sîsika hejîrekê nake, rastî tê de nîne û xwînê dirijînin.

Di bin van xwînrijandinan de windakirinên mezin û xiyanet heye. Çanda tolhildanê nehêsan e. Kuştinên rêûresmê gelek in. Ev hemû dîsa bingehê xwe ji wê dîroka bi lanet digirin. Li xaka Kurdistanê ya dîrok lê mezin bûye, di têkoşîna 50 sal in tê dayin de, jiyaneke nû hate afirandin. Hezar sal in ku gelê Kurd bi zincîra koledariyê ve hatiye girêdan, lê bi xwîna şehidan ji nû ve li pêşberî rojê sekinîn. Civaka Rojhilata Navîn ji ber dogmatîzm, parêzkerî, qedexebûn, qederparêzî, despotîzm, diktatorî, fanatîzmên cur bi cur û bi heman nexweşiyan di nava gerînekan de ber bi xeniqandinê ve diçe û bê nefes dimîne.  Di têkoşîna me de hinek tişt hene ku ji bo  feraseta jiyanê ya beramberî mirov  têkoşîn pêwîst e. Jiyan bi qasî ku xwe bi wate dike, jiyan e.  Dema ku jiyan di hemû şane, hebûn û giyanê de hate hîskirin, wê demê dikare bê gotin jiyan e. Ger bi vî şêwazî mirov bijî jî, bimire jî, wê di nava yekbûna wateyê de be. Bi giştî tê gotin ku mirov hebûneke tevlîhev e.

Heke mirovbûn bi civakbûnê re pêk tê, wê demê mirov dihizire ku weke avê zelal û pak e. Tevlîheviya bi mirov re, tevlîheviya ji qirêja pergala şaristaniyê hatiye afirandin e.  Ji ber vê  mirov dikare bêje ku mirovên azadîxwaz di nava jiyaneke azad, wekhev û têkoşîna rizgariya jin de derbas dibe. Lewma lazim e mirov her tim li ser vî  bingehî xwe li beramberî rastiya Apoyî di lêpirsînê re derbas dike. Hemû rojên têkoşîna  me  xwedî afirandina payebilindiyeke dîrokî ne. Yanî mirov dikare bêje ku bi ahenga têkoşînê re heke fikra me hebe, em ê pirsgirêkên  mirovan  bibînin. Ger fikra me tinebe em ê pirsgirêkan nebînin. Ji lewra ahenga bi têkoşînê re  hêza însan a çawa têkoşîn bike, heman demê hêza însan ya berxwadanê dide diyarkirin.

 

 

 

 

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button