Kobanê wê her tim warê berxwedanê be
Axîn Kobanê

Rêbertî tovê azadiyê li Kobanê çand. Li ser fikir û ramanên Rêber Apo gelê Kobanê zarokên xwe mezin kirin. Lewma dijmin Kobanê ji bo xwe xeteriyek mezin didit. Her wiha dijmin xwest li Kobanê Tevgera Azadiyê bifetisîne. Kesên xernexwaz û komploger digotin Kobanê ket û wê bikeve. Ango li benda ketina Kobanê bûn. Zarokên agir û rojê ev gotin ji bo xwe weke kîneke mezin ditîn û bi berxwedana xwe hewes û xwesteka dijmin di qirika wî de hiştin. Xwedawendên weke Zozan û Arînan gotin ku wê nehêlin Kobanê bikeve. Bi hemû hêza xwe li dijî vî dijminê hov şer kirin û Kobanê rizgar kirin. Di wê berxwedana bi rûmet de bi sedan şervanên azadiyê şehîd û birîndar bûn.
Berxwedana Kobanê mîna striyekê di qirika çeteyan û hêzên piştgiriya wan dikirin de ma. Lewma 25’ê Hezîrana 2015’an dijminên mirovahiyê bi armanca tola xwe rakin û careke din karibin dagir bikin, berê xwe dan Kobanê. Çete li cihan bi cil û bergên YPG’ê derbasî navenda Kobanê bûn. Xelkê Kobanê yê wer dihizirîn ku şervanên YPG’ê ne, bi mebesta rizgarkirina Sirînê pêşwaziya wan kirin. Lê belê çeteyan bi awayekî hovan xelkê sivîl gulebaran kirin. Di encama wan êrîşên nemerd û bêbext de 233 sivîl şehîd ketin. Bi mudaxaleya hevalan planên çeteyan hatin tekbirin. Bi sedan çete hate kuştin. Gelek çete jî teslîm bûn.
Baweriya mirovahiyê ya bi azadiyê destana Kobanê afirand. Ji ber vê hemû hewldanên xêrnexwazan têk çûn. Li Kobanê tovên şoreşê û rehên wê hêşîn bibûn. Bêguman di afirandina vê pîroziyê de bandora têkoşîna jiyanê ya bi Rêbertiyê re jî hebû. Kobanê bi keç û kurên xwe yên nifşê nû re rastiya gelekî berxwedêr afirand. Têkoşîna zêdetirî 50 salî ya di pêşengiya Rêber Apo de ev berxwedana esîl a li Kobanê û tevahî Rojava afirand. Piraniya zarokên Kobanê navê xwe ji şehîdan girtine. Kobanê ji destpêkê ve cih û warê vê çanda Apoyî ye. Lewma Kobanê wê ti carî nekeve û her tim warê berxwedanê be.
Xelkê Kobanê piştî ku Apocî nas kirin, tevger û exlaqê wan ji bo xwe kirin mînak. Di vî alî de Kobanê tam warê Apociyan e. Xaka wêrektî û fedakariyê ye. Her tim pêşengiya pratîkî kiriye û xwedî kevneşopeke wiha ye. Gava ewil a berxwedana 19’ê Tîrmehê ya Şoreşa Rojava li Kobanê hat avêtin. Çirûska yekemîn a têkoşîna hebûnê li Kobanê pêket. Di vê rêwîtiyê de hebûn veguherî azadiyê û rawestgeha dawî ya vê rêwîtiyê jî dîsa Kobanê ye. Pêngava ewil li vir hat avêtin û şoreş li vir pêş diket.
Rojava û Kobanê jî bû parçeyekî serhildanan. 19’ê Tîrmeha 2012’an şoreşa gel li Kobanê pêş ket. Biryarên di wan kêliyên de dihatin dayîn wê pêşeroja gelê Rojava bi temamî guherandiba. Lê li Kobanê gelek bi heybettir bû. Xelkê Kobanê ji bo vê hesretê pir berdêl da.
Ez tevahî şehîdên komkujiya 25’ê Hezîranê bi bîr tînim. Hemû hevalên di van êrîşan de birîndar bûn û niha gaziyên şer in, bi hurmet silav dikim.




