Ji bo gaziyên şer perwerdeya li ser pirtûka “Çawa Bijîn”

Ji bo gaziyên şer perwerdeya li ser pirtûka “Çawa Bijîn” Rêber Apo ya hat destpêkirin.

Di bin banê Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ji bo gaziyên şer li ser pirtûka “Çawa Bijîn” a Rêber Apo dewreyeke dorveger a perwerdeyê hat destpêkirin.

Perwerde bi koma yekem a gaziyên şer dest pê kir. Gaziyên şer ên tevlî perwerdeyê bûn diyar kirin ku ji bo karibin hê zêdetir ji bo xak û gelên xwe têkoşîneke bi rûmet bimeşînin tevlî perwerdeyê bûne.

Yek ji gaziyên şer jî got, “Rêber Apo di pirtûka ‘Çawa Bijîn’ de dibêje, ‘Zehmetiyên têkoşîna me bênîqaş in. Lê eşkere ye ku cîhana mezin a hêz, qudret, wate û hestiyariyê jî ev e û wê li ser vî esasî pêş bikeve.’ Mirov çiqasî tehlîl û nirxandinên Rêber Apo dixwîne û guhdar dike, ewqasî hêz digire û dibe xwedî zanebûn.”

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button