Hesabpirsîn tê wateya xwedîderketina li berhema şoreşê ye

Leyla Amûdê

Eger dewlet û ferasetên wê yên desthilatdar û tundrew hebin tekez wê bêmafî û bindestî jî hebe. Bêguman hesabxwestin an jî hesabpirsîn jî karekî ku fikir û hostatî jêre tê xwestin e. Ango bi aqilmendî û hostatî tevgerandin, derxistina tiştan ji nav hevdu gelekî girîng e. Her wiha peydakirina çareserîyê jî hişekî kûr hewce dike. Pirskirin gaveke pir girîng e ya dihêle mirov fikir  bi kar bîne. Ew jî karê mejî ye û felsefe jî wiha pêş ketiye. Aqilê mirov bi pirsê kamİl bûye. Çi guhertin di kes an jî di civakê de çêbûne; çi baş yan jî nebaş hema bibêje hemû di encama pirsên di hişê mirov de qewimîne û bi demê re rengê xwe yê niha girtine. Pirs, ji meraqa zanînê derketiye holê. Mirovên pirsên hêja û kûr dipirsin derketine holê û gelek veguherîn çêkirine. Ji kesên welê re fîlozof û zanyar tê gotin. Desthilatdaran herî zêde jî êrîşî hêza pirsê ya di mirov de kirine û mirov bi jiyana rojane ve didin girêdan.

Rêber Apo diyar dike ku mirovên tenê xwe bi jiyana rojane ve bi sînor dikin, tekez kole ne! Û divê were zanîn ku li cihê pirs tinebe ne zanebûnekerast ne jî azadî heye; li wir koledar û kole hene.  Pirs, tê wateya lêgerînê. Destpêka têkoşîna ramyarî û di heman demê de raberkirina vîna azad e! Ji lewra kesa/ê napirse û li bersiva xwe nagere wê her kole û bindest be! Mirovên  dipirsin û têkoşîna gihandina bersiveke rast dimeşînîn azad dibin, xwedî li keda xwe derdikevin! Yên bi tenê dipirsin û têkoşîna beralîkirina mij û perdeyên ku bersiva rastî nixumandî nakin kole ne. Ji xwe re desthilatdaran mezin dikin û mafê wan ê gazincan jî bikin tineye! Ji aliyekî ve hesabpirsîn rexne ye, xwestina rastkirina şaştiyê ye, li keda xwe xwedîderketin e û israra di azadbûna ruhê xwe de ye. Gava em  jİyana Rêber Apo lêkolîn dikin wê demê mirov bi awayekî vekirî dibîne ku jiyana Rêber Apo hemû hesabpirsîn e!

Rêber Abdullah Ocalan herî dawİyê jî bi pêşxistina Paradîgmaya Şaristaniya Demokratîk re hesab ji hemû kesî xwest û ket nava hewldana sererastkirinê. Jixwe felsefeya Rêber Apo ew e ku ji her tişta berê hesab dipirse û sererast dike. Rêber Apo gotinên xwe pir zelal dane raberkirin. Yên hesab napirsin bi tenê gazincan dikin. Gazinc kirin karê kesên lawaz e yên di xwe de vîna têkoşînê nabînin û tirsonek e gazincan dikin! Karê kesên ku li keda xwe xwedî dernakevin, rehetiya xwe xerab nakin gilî û gazinc e. Divê were zanîn gazinc mirov biçûk dike. Bi rastî gazinc qet nelayiqî mirov e. Divê mirov gazincan layiqî xwe jî nebîne. Her wiha divê em layiqî hev jî nebînin. Gava em rastî kesekî wiha hatin, divê em bi rexneyên xwe wan jî bixin nav lêhûrbûnan. Pêwîst e em bi wan re jî bibin alîkar da ku zûtir xwe ji qirêjiya dewletê û hişmendiya wê rizgar bikin.

Li Kurdistanê berê şerê gerîla qet nehatibû kirin. Yê hatibû kirin şerê kozikan bû. Îhsan Nûrî Paşa ceribandinek kir, lê di wê heyamê de zêde dokuman nebûn. Piştî bi salan di pêşengiya Rêber Apo de kadroyên Tevgera Azadiyê bi xwendin û lêkolînan fêr bûn û dest bi şerê gerîla kirin. Niha jî li Rojava hêzên parastinê xwedî ezmûn û tecrûbeyên şer in. Tu bixwazî jî nexwazî şaşitî û kêmasî çêdibin. Divê em pir baş zanibin ku şoreş malê hemû gel û şoreşgeran e! Kî dibe bila bibe kî li şoreşê û nirxên hatine afirandin xwedî derkeve wê şoreş ya wan be! Rêber Apo û şehîdan şoreşek diyarî me neteweya Kurd kirin! Li ser me jî ma ye ku em şoreşê biparêzin. Parastin jî bi bilindkirin û zêdekirina nirxan mimkun dibe. Rêber Apo xwedî rêbazên hesabpirsînê yên pir xurte û mirovan dixe nav lêhûrbûnan.

Tekez divê were zanîn ku wiha bi pêşxistina daxwaznameyên gilîkirinê jî hesabpirsîn baş nîne. Tişta herî bingehîn jî ew e mirov şaştiyan rast bike û mirovan bike ku mirov bikevin nav lêhûrbûnan. Heta encam were girtin jî divê em hesabpirsînê bidomînin. Lê pirî caran hema wiha bi carekê re tê gotin ku, dev jê berdin. Ew rêbaz jî şaştiyeke mezin e û nabe çareserî. Piştre jî dest bi gazincan tê kirin. Heya ruhê yekpare çênebe wê gel nikaribe bibe hêzeke hesabpirsînê û pirsgirêk jî neyên çareserkirin. Lê gava em weke gel timî hesab bipirsin, wê kesên rêveber mecbûr bibin ku xwe sererast bikin. Weke nimûne jî tê gotin ku “filan kes diziyê dike, filan kes xwe li ser nirxan dide jiyandin.” Temam, em bêjin ku hemû gotinên te rast in, lê wê çareserî û guhertin çawa çêbibe û rêbazê wê çi ye? Naxwe divê her kes û nexasim jî pêwendîdar hişyar bin, kontrol û venêrînê bikin.

Pêwîst e gel timî şopdarên xeta Rêber Apo bin. Bêguman di jiyanê û rêveberina kar û xebatan de tekez şaştî hene. Divê her kes bikeve nav hewldanên sererastkirinê. Ji bo vê hewce ye mirov kedeke pir mezin bide û di vê xisûsê de destê xwe jî bixe bin kevir. Perspektîf û rêbazên em ji Rêber Apo fêr bûne divê em pratîze bikin. Lê hinek caran gotinên me, li hêlekê ne û emelê me jî li hêlekê dimîne. Gotinên me tenê weke dirûşman dimînin. Em hemû jî dizanin ku Rêber Apo ji me naxwaze em pesnê wî bidin. Jixwe pêwîstiya Rêbertî bi pesndanê nîne. Ji me dixwaze û hêvî dike ku tiştên em fêr kirine, em bixin pratîkê û pêş bixin. Tiştên Rêber Apo dibêje wê bi pêkanîna pergala Neteweya Demokratîk, Xweseriya Demokratîk were pratîzekirin.! Bi rûniştandin û pêşxistina felsefeya “JIN JIYAN AZADΓ gengaz bibe.

Gava pêkhateyên heremê hesab ji kesên li derveyî exlaqê civaka demokratîk dijîn bipirsin û xwedî li şoreşê derkevin, wê demê mirov dikare tiştên Rêber Apo dibêje di pratîkê de pêş bixe û mirov dikare bibe layiqî şehîdan! Bi vî rengî wê jiyana civakê jî xweşiktir, ewletir bibe û pergala demokratîk jî pir baş jiyanî bibe. Îro hemû hêzên dewletparêz li dijî Şoreşa Rojava ne û bi awayekî dixwazin şoreşê têk bibin. Niha jî êrîşên wan li ber çavan diyar dibin. Em weke Kurd wexta li rewşa heyî temaşe dikin, em dibînin ku hîn jî me fikir û ramanên Rêber Apo bi pêkhateyên heremê nedane fêmkirin. Ji ber vê pir li kêleka me neman û em bi tenê hiştin.

Mirov bi kedê tekez azad dibe. Gava mirov hesab bipirse û xwedî li keda xwe derkeve, xwedî li nirxên civakî jî derdikeve û wê demê mirov azad dibe. Wekî din hemû gilî û gazinc valan e û xizmetî dijberên şoreşê dikin. Kesek dema şaştiyan bibîne û heta şaştî ji holê ranebin, têkoşîn neke, tenê li her derê gilî û gazincên bike, bi wê kiryara xwe wê herî zêde xizmetê ji dijmin re bike.

Demokrasî avdana rehê jiyana Xweseriya Demokratîk e! Hesabpirsîn jî gava herî bingehîn a demokratkbûna kes e. Kesa/ê hesab nepirse ne demokrat e û dev ji hemû mafên xwe berdaye. Divê em weke kes, gel û hemû pêkhateyên herêmê li mafên xwe xwedî derkevin, beriya ku zeman derbas bibe. Ji bo em destkeftiyên şoreşa xwe biparêzin divê em xwe ji şer û aştiyê re amade bikin. Dem pir hesas bûye û dijminên me pir zêde ne. Pêwîst e em hemû xwe bikin yek û têkoşîna hebûnê bikin. Tekez divê em nebêjin “Me wenda kir.” Jixwe me serdemeke nû daye destpêkirin. Em berê xwe bi xwe bûn, lê em niha ketine nav hewldana pergaleke entegrasyonê. Kar û barê me hîn girantir û hesastir bûye. Eger em weke berê xemsar û gazincokî tevbigerin em ê wenda bikin. Hewce ye em zanibin ku weke em li ser sifreya guran rûdinin pir hişyar bin. Divê em wan bikişînin xeta demokrasiyê, xeta rast, civaka wekhev û xwişk-biratiya gelan.

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button