Ji bo berxwedêrên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê nameya gaziya şer Zîlan Hesekê

Dixwazim bi çend gotinan berxwedana we ya dîrokî ya li hember çeteyên tarî û hov silav bikim.

Ji berxwedêrên derfeta wan çêbibe vê nivîsa min bixwînin re dibêjim, serketin wê ji sedî sed ya we berxwedêrên rûmetê be. Îro li her çar parçeyên Kurdistanê û cîhanê gelê Kurd û dostên wan ji bo we rabûne ser piyan.

Hûn li hember zalim û çeteyên hov berxwedana rûmetê pêş dixin. Ev berxwedan û têkoşîna nabe qismetê her kesî ji aliyê we jin û xortên çeleng û egîd ve tê meşandin. Hûn li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê rûmet, keramet û fazîleta mirovatiyê jî diparêzin.

Ev jî dîrok, rastî û heqîqeteke welê ye ku li ser Rastiya Rêbertiya me, gelê me û hebûna me ya her kêliya wê bi berxwedanê hatiye avakirin pêş dikeve.

Weke şêrejin û mêrxasên berxwedêrên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê îrade, rûmet û vîna mirov çawa bi ser dikeve we nîşanî hemû cîhanê da.

Tevî hemû êrîşan û bêderfetiyan jî we biryara berxwedanê da. Ev ji bo her mirovekî azadîxwaz serbilindî ye. Jixwe ma berxwedêrên Apoyî wê ji bilî biryareke wer bi rûmet çi biryar dabana?

We Şêxmeqsûd û Eşrefiyê careke din bi berxwedana xwe kir rojeva hemû cîhanê. We nîşan da ku dema li ser esasê Şerê Gelê Şoreşgerî têkoşîn bê pêşxistin dikare serketinên çawa bi xwe re bîne.

Li ser vî esasî weke gaziyeke şer, ez careke din berxwedana xwe bi rêzdarî silav dikin. Tevahî  şehîdên me yên di vê berxwedana pîroz de tevlî karwanê nemîran bûne, bi hurmet bi bîr tînim. Ji hevrêyên me yên birîndar re şîfaya xêrê dixwazim.

Em ê ji sedî sed li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dîlana serketinê bigirin. Dirûşmeya we ya “Bijî berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê” îro li hemû kolanên cîhanê ji hêla jin û ciwanan ve tê vegotin. Berxwedana we li tevahî qadên cîhanê li ser zimanên bi mîlyonan mirovan e.

Bimînin di xweşiyê de ez we hemûyan ji dil û can hembêz dikim.

Hevrêya we ya gaziya şer Zîlan Hesekê 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button