Gaziyên Jin: Em ê layiqî şehîd Azadî û keda wê bin

Gaziyên jin pêşeng û rêvebera xwe Azadî Helebçe bi bîr anîn û gotin, “Em ê layiqî şehîd Azadî û keda wê bin. Em ê her girêdayî bîranîna wê bin. Heval Azadî wê timî ji me re rêzan û ronahî be.”

Gaziyên jin têkildarî jiyan, têkoşın û kesayeta pêşeng û rêvebera xwe şehîd Azadî Helebçe nêrînên xwe anîn ziman.

Gaziyên jin di destpêka axaftina xwe de di şexsê Azadî Helebçe de hemû şehîdên şoreşê bi bîr anîn û gotin, “Heval Azadî ji dil û can û bi cidiyet ji bo hevalên gazî xebat meşand.  Ew bi xwe jî di çavên xwe de birîndar bû û yek ji hevala me ya gaziya şer bû. Lê qet rojekê jî ev birîndariya xwe li pêşiya xwe nekir astengî. Xwe ji kar û xebatan bêpar nehişt. Rêvebera me Azadî Helebçe  ji bajarê navdar Efrînê bû. Her bi wê çanda xwezayî ya herêma Efrînê mezin bibû. Gelek taybetmendiyên xwe yên xwezayî ji wir girtibûn û kesayeta xwe bi wan hûnandibû.”

Gaziyên jin diyar kirin ku şehîd Azadî xwedî dilekî mîna deryayekê bû û ev anîn ziman, “Her kes di nava dilê xwe de bi cih dikir. Hurmet û hezkirina xwe bi wan re parve dikir. Nexasim jî pir ji zarokan hez dikir û digot, ‘Li vê cîhanê yên herî bêguneh zarok in. Yên herî zêde zerarê ji destê mezinan dibînin jî zarok in. Ji ber vê pêwîst e, em zarokan biparêzin. Ji wan re pêşerojeke wekhev û azad çêbikin da ku neyên kuştin û kolekirin.  Desthilatdar pir zalim in, qet li derûniya zarokan nanêrin û wan li ber çavan nagirin.’ Hevrê û çelenga me Azadî ji bo jinan jî di rojnivîsa xwe de gotiye, ‘Ez pir ji peyva azadî hez dikim. Ji ber vê min navê xwe kiriye Azadî. Ez ê ji bo hemû dayik û jinan têkoşîna azadiyê pêş bixim. Jin gelekî hêjayî wekhevî û azadiyê ne. Lê mixabin di jiyana heyî de, jin her di destê mêran de kole ne û divê werin azadkirin.’”

Gaziyan bal kişandin ku şehîd Azadî di destpêka her nivîseke xwe de li beramberî Rêber Apo rexnedayîna xwe daye û wiha dewam kirin, “Fermandar û serkêş Azadî Helebçe di xwezaya xwe de pir bêdeng bû, lê di hundirê xwe de weke volqaneke tijî fikir, hest û zanebûn bû. Hevrê Azadî di rojnivîsên xwe de jî pir qala xwişka xwe ya her jêre weke dayikê bû dike. Her bi hêvî bûye ku wê rojekê bibîne. Lê  dema nameya xwişka xwe digire û fêr dibe ku tevî malbata xwe çûye Amerîkayê gelekî hêrs dibe û navê xiyaneta li welat li wê çûnê dike. Dibêje, “Çawa ji welat reviyaye û çûye navenda pergala sermayedar?’ Fermandar Azadî pir ji welat û nexasim jî ji çiyayên Kurdistanê gelekî hez dikir. Tevî çavekî wê nedİdît û yê din jî qels bû her pêşniyara çûna çiyayan dikir. Digot ku eger çavekî wê çêbibe, teqez wê derbasî çiyayan bibe. Hevala Azadî jiyana li çiyayan weke gihiştina azadiyê bi nav dikir û dinirxand.”

Gaziyên jin gotinên xwe bi van hevokan bi dawî kirin, “Bi her awayî em ê layiqî şehîd Azadî û keda bin. Em ê her girêdayî bîranîna wê bin. Em ê heval Azadî bidin jiyandin. Wê timî ji me re rêzan û ronahî be. Em ji malbata heval Azadî, tevahî gelên me, şervanên azadî û hevalên gazî re sersaxiyê dixwazin.  Em ê hêvî, armanc û xeyalêên pêşenga xwe heval Azadî pêk bînin û bi serketinê tacîdar bikin.”

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button