Jin û mêrên sosyalîst

Asya Weşûkanî

Mirov ji jinên di nava qesran de bigire heya yên dibin serok û wezîrên dewletan gelek jinên ku hişmendiya wan bûye weke hişmendiya mêr, desthilatdar û dewletê hene. Jixwe pergala sermayedar û fînansê jin kirine weke mêrên bazirgan ên hew têne zeftkirin. Em tevahî jî dizanin ku cewherê jinê yê di nav sîstema modernîteya kapîtalîst de pir cuda bûye.

Dema li rewşa jinan a wiha temaşe dikim û li ser diponijim ez şerm dikim. Lê bila şaş neyê fêmkirin û wiha neyê fikirîn ku ez ji jinbûna xwe weke zayend şerm dikim na. Teqez ez gelekî serbilind im ku jin im.

Nexasim jî piştî têkoşîna Rêber Apo ya 52 salan û piştî ewqas berxwedana jinên qehreman û serkêş ez ez gelekî serbilind im ku ez jin û têkoşer im. Jixwe dema ez li rewşa jinên di nava civakê de temaşe dikim ez wê demê hîn baştir Rêber Apo fêm dikim û dibêjim “Rêber Abdullah Ocalan ji ber vê hevalên jin û mêr dişandin nav xebatên civakê û ji wan re digot ku biçin dibistana gel û rastiyan bibînin.”

Rêber Apo gelekî qala sosyalîzmê dike û dibêje: “Divê lêhûrbûneke kûr li ser sosyalîzma îlmî were kirin. Jixwe pir pirtûk, parêzname, tehlîl û nixandinên Rêber Apo ên têkildarî civakbûn û sosyalîzmê hene. Rêbertî di parêznameya xwe ya bi navê sosyolojiya azadiyê de jî ev mijar pir bi berfirehî vekiriye.

Rêber Apo di hevdîtinên xwe yên bi parêzeran re têkildarî sosyalîzmê gelek nirxandinên girîng dike. Rêbertî dibêje, “Ez weke sosyalîstekî dijîm û rojane der barê kesayeta xwe de lêhûrbûnan dikim. Rojê 40 carî şoreşê çêdikim.” Ew tê wateya ku Rêbertî her pêdiviya xwenûkirinê dibîne.

Naxwe divê em jî weke jin û mêrên şoreşger û azadîxwaz timî xwe di ber çavan re derbas bikin. Divê mirov pir ciddî li ser mijara sosyalîzmê raweste. Hewce ye têkildarî civaka demokratîk a sosyalîst mirov xwe perwerde bike.

Eger têkoşîneke komînal a li ser hişmendiya sosyalîzma were destpêkirin, wê rêbazên mêr û jinan were guhertin. Hişmendiya wan jî dê sererast bibe. Wê mirovahî pêşerojeke, bi ronahî û entelektuel bijî. Li ser vî esasî wê dawî li şer û tundiyan jî were.

Ez jî weke jineke têkoşer li ser bingehê ronahiya felsefeya Rêber Apo, rexnedayîna xwe didim û dibêjim, “Her destpêkek nûbûneke. Her xwenaskirinek jî serketinek e. Careke din ez bang li tevahî mêr û jinan dikim ku ji bo civakeke sosyalîst, demokratîk, ekolojîk û li ser bingehê azadiya jinê têkoşîn bikin, xwe ji bo serketinê amade bikin.

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button