DERYAYA POLÎTÎKAYÊ GELEKÎ KÛR E
EZÎME KOBANÊ

Polîtîka gelekî hûr û kûr e. Dema mirov têkeve nav deryaya wê ya kûr eger baş nizanibe avjêniyê bike mirov dê bixeniqe û têk biçe. Jixwe di nava civakê de jî polîtîka mijareke guftûgoyê ye. Pir jî nayê naskirin. Tişta herî xerab jî ew e ku nayê naskirin û şaş tê destgirtin. Jêre dibêjin, “Derew, qirêjî, fen û fût,” lê bi rastî nayê nasîn. Ez bi xwe berê pir ji polîtîkayê hêrs dibûm. Min digot polîtîka karê pergal û bazirganiyê ye. Ji ber herî zêde jî dewlet û bazirgan derewan dikin, berteka min li hemberî peyv û têgeha polîtîka û siyasetê hebû.
Heya niha jî gelek caran weke fêrkirina ziman li cem gelek şexsan hîn jî bi wê nêrîna berê li polîtîkayê tê nihêrandin. Ez bi xwe jî weke têgeh wiha bi nav dikim û dibêjim, “Poîtîkayê li ser min neke” yan jî “Siyaseta xapandinê dike” û hwd. Mirov dikare bibêje ku polîtîka weke derew û xapandinê tê nirxandin. Mirovên dilpak û paqij polîtîkayê weke karê xwe nabînin. Jixwe jin polîtîkayê qet karê xwe nabîne û herî zêde polîtîka weke karê mêr û bi taybet jî karê dewletê tê dîtin.
Bi kurtasî têgeha polîtîkayê her ji hêla pergalên desthilatdar ve weke derew û xapandinê hatiye destgirtin û wiha kirine ku polîtîka bi derewan re berhev kirine. Mirov dikare bibêje ku di nêrîna civakê de weke du cêwiyan li wan hatiye temaşekirin. Ji wê zêdetir jî saziyên civakî û yên jinan têgeha polîtîkayê teşhîr dikin û aîdî xwe nabînin. Ev jî polîtîkayê di jiyana civakê û tevgerên jinan de lawaz dike û meydanê ji pergalên mêrperest û desthilatdar re vala dihêlin.
Bi vî rengî çeka civakê û jinan ji destê wan tê girtin û li hemberî wan tê bikaranîn. Ji ber vê min xwest ez balê bikişînim ser mijara polîtîkayê û bibêjim ku polîtîka karekî gelekî zor û zehmet e. Divê were zanîn ku çeka herî aktîf a jin û civakê ye ku xwe pê biparêzin û xwe li ser piyan bigirin. Teqez pêwîst e were zanîn ku jin û civak xwe bi exlaq û polîtîkayê diparêzin. Bêyî exlaq û polîtîka ji derveyî koletiyê tiştek din nîne.
Hewce ye ji hêla jin û civakê ve were zanîn ku yekem rêgeza parastina wan weke hebûn exlaq û polîtîka ye. Ev her du têgeh jî ji bo parastina jin û civakê bêyî hev nabin û çekên bingehîn in. Jixwe gelek nirxandin û dahûrandinên Rêber Apo yên der barê exlaq û polîtîkayê de hene. Divê jin û civak bi hûrgilî li ser van her du têgehan bisekinin û ji xwe re bikin stûnên bingehîn ên ji bo avakirina civaka demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê.