Paradîgmaya Rêbertî bûye hêviya jiyana azad
Laleş Êzidî

Piştî bi salan ji berdewamiya êrîş û tecrîda girankirî ya dijî Rêbertiya me dane meşandin, dixwazin Rêbertî, gel û Partiya me ji hev qût bikin û careke din gelê me di nava reşkujiya dîrokê de bihêlin. Lê Rêbertiya me bi ked û berxwedaniya xwe ev plan û tecrîda navneteweyî tev pûç kirin û vala derxistin. Hêviya tevahî gelên azadiya xwe di azadiya Rêber Apo dibînin, ew bû ku em agahiyeke bi tendirust li ser rewşa Rêbertiya xwe bigirin. Lêgerîn û heqîqeta rastiyê bi ked û berxwedaniya bêhempa ya Rêber Apo, gel, partî û şehîdên me yên nemir hatin biserxistin. Wergirtina agahiyekê ji Rêber Apo û dîtina dîmenê wî hêvî û xeyala bi milyonan mirovan û hezarê şehîdan bû.
Di vê dema ku tevahî dewlet û hêzên serdest ên cîhanê, meyl û giraniya xwa didin ser şer, çek û teknîkê da ku karibin li ber xwe bidin û xwe biparêzin, Rêber Apo bi paradîgma û keda xwe ya bêhempa bû çirûsk û hêviya hemû gelên aştîxwaz ên cîhanê. Li hemberî êrîş û zîhniyeta qirkirinê ya di şexsê jinê de xwe belavî, tevahî şane û nirxên mirovahiyê kiriye, bû bersiv û hêviya jiyaneke azad.
Tevî tecrîd û zextên herî giran ên qirkeriyê jî Rêbertiya me erka dîrokî da ser milên xwe û banga sedsalê diyar kir. Banga rêber Apo bûye manîfestoya aştî û civaka demokratîk. Tevlîbûna tevahî partiyên li Kurdistanê û civaka navneteweyî ya ji banga Rêber Apo re bû pêşzemîna têkoşîneke dîrokî ya hê xûrttir. Banga Rêber Apo ne tenê li Kurdistan û Rojhilata Navîn li çar aliyên cîhanê jî rastî eleqeyeke pir zêde hat. Bû cihê nîqaş û hêviyê ku azadiya hemû gelên cîhanê misoger bike.
Tevî banga Rêber Apo ya ji bo aştiyê û agirbesta Tevgera Azadiya Kurdistanê PKK’ê ragihandin jî êrîş û tecrîda li ser Rêber Apo didomin. Di siyaset û hişmendiya dewleta Tirk a dagirker de ti guherîn çênebûye û êrîş bênavber têne domandin. Armanca van operasyon û êrîşên bênavber yên bi balafirên şer, çekên giran û kîmyewî li ser qadên çiya li dijî gerîlayên azadiyê ji berê zêdetir bûne. Ev provokasyon û sabotekirina pêvajoyê li hember banga Rêber Apo ye. Ne tenê di nav dewleta Tirk de, gelek alî naxwazin ev pêvajoya aştiyê bi ser keve û yên li pey provokasyonan jî hene.
Jixwe piştî hilweşîna rejîma Baas û li Sûriyeye lawazbûna Rûsya, Îran û Hîzbulaha Lubnanê, dewleta Tirk ji valahî û bêdengiya raya giştî sûd wergirt, êrîş û dagirkeriya xwe li Sûriyeyê, li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berfirehtir kiriye. Niha jî ev êrîşên dagirkeriyê bi hemû hovîtiya xwe didomin. Li hemberî tevahî êrîşan gelê me li bendava berxwedanê Tişrînê bersiva herî berxwedêr û bi wate daye dagirkeriya Tirk.
Niha desthilata Erdogan êrîşên xwe yên derbekar li dijî tevahî partî û siyasetmedarên li Tirkiyeyê didomîne. Dîktatoriya Erdogan bi qeyûm û binçavkirinan li hemberî vîna gel her cure êrîşan pêk tîne da ku xwe biparêze. Piştî girtina Şaredarê Stenbolê yê CHP’yî Ekrem Îmamoglu, rageşiya di navbera desthilat û partiyên muxalefetê de jî her diçe zêde dibe.
Hikûmeta demkî ya Sûriyeyê di bin navê destûra nû de dixwaze komareke cîhadîst a li ser esasê hişmendiya Îslama radîkal ava bike. Dîsa di bin navê operasyonên ewlehiyê û paqijkirina herêmê ji şaneyên rejîma berê ya Esed, zêdeyî 2 hezar kes li berava Sûriyeyê ji aliyê komên cîhadîst ên hikûmeta nû ya Sûriyeyê ve hatin kuştin û bi hezaran jî hatin windakirin. Sedema van komkujiyan ew e herêmê ji gelê wê yê resen paqij bikin û malbatên komên çete û Tirkmenan li wir bi cih bikin. Bi zelalî xuya dike ku li pişt vê plana qirêj dewleta Tirk û faşîzma Erdogan heye.
D heman demê de tevahî partî, gel û baweriyên li Sûriyeyê dijîn bi yek helwestê neqebûlkirina xwe ji vê destûrê re dan nîşandan. Li milê din jî tifaq û yekrêziya di navbera partiyên siyasî û Kurdî de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, coş hevî û moraleke mezin a serketinê di nav gelê me de daye avakirin.
Gelê me yê ku bi sedê salan e bi hesreta azadiyê dijî, bi yek helwest û yekdengî silav dan banga Rêber Apo. Ji bo azadiyê careke din xwe li dora Rêber Apo kirin xelek. Ev rastiyeke ku paradîgma Rêber Apo bûye hêvî û eşqa jiyana azad a serî li hemberî zilm û qirkirinê netewandiye.