Gaziyên şer: Em hêvîdar in cejna Çarşema Sor bibe wesîleya aramî û aştiyê

Nûnêrên Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevlî şahiya Cejna Çarşema Sor a li kantona Cizîrê hat lidarxistin bûn. Gaziyên şer di peyama xwe de gotin ku hêvîdar in cejna Çarşema Sor bibe wesîleya aramî û aştiyê.
Li kantona Cizîrî bi tevlîbûna bi sedan kesan Cejna Çarşema Sor hat pîrozkirin. Di şahiyê de gelek kesayet û saziyên Rêveberiya Xweser jî amade bûn. Nûnerên Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevlî şahiyê bûn.
Di peyama Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya ji bo Cejna Çarşema Sor de de wiha hat gotin, “Em Cejna Çarşema Serê Nîsanê di serî de li tevahiya civaka me ya Êzidî û gelên cîhanê pîroz dikin.
Em bi hêvî ne ku ev cejn bi wesîleya aştî û aramiya hemû gelên bindest. Weke tê zanîn Rêber Apo qîmet û nirxekî pir mezin dide civaka me ya Êzidî. Dîsa em hêvîdar in cejna bê em bi Rêber Apo re pîroz bikin.”