Taybetmendiyên kesayeta wêjevanan û rola wan

Zelal Botan

Têkiliya wêjeyê ya bi civakê re têkîliyeke diyalektîkî ye. Jixwe derketin û pêşketina wê jî di nava vê navgîniyê de ne. Ji bo wê jî wêjevan di nava civakê de xwedî erk û roleke pir girîng û sereke ye. Ya din jî erka tevahî wêjevanan ew e civakê zindî bihêlin û di hêla ruhî de jî wan ava bikin. Di serdemên herî tengezar de jî civakê li ser piyan dihêlin û didin têkoşînkirin. Eger wêje wiha be naxwe divê wêjekar jî di pileya herî jor de ji civaka xwe îlhamê werbigire, civakê zindî bihêle heya ku erka xwe ya wêjevaniyê pêk bînin. Eger wêjevan ne di wê ferqê û zanînê de be ku erkên wiha giran li ser milê wî yan wê ye wê nikaribe tiştekî jê tê xwestin pêk bîne, karekî bi sûd ji bo civakê pêşkêş bike. Ji ber ku kesayeta wêjeyî mirovek jêhatî û xwedî berhemen e ku dikare raman, hest û nêrînên xwe bi awayekî zelal û xweş bîne ziman.

Ji bo ew kesayet rola xwe ya girîng bilîze divê tiştên taybet û balkêş pêşkêşî civakê bike. Wêjevan ango kesayeta wêjeyî takekesek ji nava civakê de tê. Bêguman wê ji vê jî bandor bibe, li gorî şiyan û zanebûna xwe bandor bike. Çiqasî kesayeta wêjeyî nêzî civakê be, bi rêûresmên jiyana wê ve girêdayî be wê ewqasî bi bandor be û roleke baş di jiyana civakê de bilîze. Rêjeya bandorê bi rêjeya têkiliya wan a bi civakê re tê pîvan. Wêjevanek ji civakê qut, ji êş û azarên gel dûr nikare bandor bike, berhem û nivîsên wan ji aliyê civakê ve nayê pêşwazîkirin. Lewma civak li ser mijarên girêdayî malbatê û rojane yên perwerde û tenduristî hewcedarî nivîskarekê ye.

Li gorî vê yekê divê çavdêrî û şopandinên nivîskar hebe da ku karibe van mijaran bi awayekî durist bîne ziman. Ji bo wêjevan karibe ji pirsgirêk û kêmaniyên heyî re pêşniyar û çareseriyan, pêşkêş bike pêre jî rexnekirinek watedar û eşkerekirina xalên lawaz hewcedariyek e. Lê tekez ew jî pênûseke taybet dixwaze da ku karibe, berjewendiyên gel, civak û welat biparêze. Eşkerekirina kêmûkurtiyan û diyarkirina berjewendiyên welat û civakê erka sereke ya kesayeta wêjeyê ye. Lewma divê xwedî pênûseke taybet be da ku di navbera wê û xwendinê de têkiliyeke xurt û durist hebe. Ev têkilî bi afirandina berhemên ku ji pirsgirêkên civakê re dibin bersivên xurtir dibe. Berhemdariya watedar jî girêdayî zanîn û çanda nivîskariyê ye ku çavkaniya bingehîn a çanda civakê bi xwe ye.

Taybetmendî û rola kesayeta wêjeyî kesayeteke xweser û ji xweber di gir û tevgerên li rastî û çînî nasîn û zanistê re bêwestan e. Û ne tenê ji çand û pêmayên xwe yên neteweyî re sînordarmayîn e û divê ji vê wêdetir gerîna li nava çanda cîhanê û nasîna wê ye. Lewra bîrdanka kesayeta wêjeyî ji her cure nimûneyên bingehîn ê pirsên dewlemend dibersivîne. Ev kesayet li ser hin bingehên biyolojî, civakî û çandî divê xwedî kesayetek cihêwaz be. Mirov dikare di hin xalan de cudatiya wê derxîne û bi vê yekê jî kesayeta wêjeyî bide nasîn. Kesayetên wêjekar ên heqîqî her bi bertek in li dijî têgeh û hişmendiyên, bêkêr û riziyayî ku dibin qada êş û derdan de ji tevayî civakê re. Her wiha ji pêdiviyên civakê re dibin hêza çareseriyê û hêza afirîner. Wêjekar her xwedî rêbazên hewldanên xembariyê ne û ji bo civakê û bi taybet jî jin, ciwan û xwendekaran ji  jiyana normal û rûtînî biparêze. Hewl dide jiyana wan watedar bike.

Kesayeta wêjeyî pirsdar e, li kilîdan digere di heman demê de xwedî, bersivên dewlemend û herikbar e. Wêjeya ne di xizmeta îfade û çalakiya gel de be, nabe wêjeya civakê. Di warê avakirina civakê de çalakiya wêjeyî û şoreşê heman tişt e. Ji ber şoreş û wêje ji bo nûbûn û berdewamiya jiyanê tê kirin. Di rastiyê de şoreşa herî mezin di serî de di hestên mirov de pêk tê. Dema jiyan bi wêjeyê tê terîfkirin bi wê hîn bedewtir dibe, bi qasî hemû ziraviyên wê bide nîşandan bi bandor e. Bi vê re jî wê layiqî hemû rengîniya jiyanê be. Ji ber mirov herî zêde bi xeyalên xwe re dimînin, hestên wan ber bi asoyên cuda ve diherikin û timî di deryayeke mezin de li zanînê digerin. Her wiha wêje îfadeya herî baş a şoreşê ye. Şoreşeke bi qasî xwe wêjeyî dike ewqas dikare bibe malê civakê.

Hemû berxwedaniyên şoreşê bi rêya wêjeyê dikarin bêne nasîn. Şoreşek bê wêje dikare bibe, lê nikare li nava civakê bi awayekî baş xwe rêxistin bike, bide nasîn. Lewra şoreş xeyal û jiyaneke çawa hedef dike girîng e. Wêje dikare bi awayeke tekûz bi bersivîne. Di her serdemê de mînakên kesayetên wêjeyî bendewar, fîlozof û civaknasên rola xwe lîstine hene. Ji bilî deshilatdar û civaka ji rêzê hatiye reşkirin û tewandin. Ji ber dîtina hizir û şopên wan cuda ne. Hişmendiyeke kevneperestî mîna dînan ew di nava civakên xwe de, hatine nasîn û hinek ji wan jî hatine tinekirin. Eger ji bendewar pêxember, şanoger û fîlozof, zana û helbestvan li rastî û jiyaneke durist geriyane ji bo civakeke bi tendurist bijî pir êş kişandin e.

 

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Check Also
Close
Back to top button