Yekemîn Konferansa Gaziyên Şedadê pêk hat

 

Yekemîn Konferansa Gaziyên Şedadê bi dirûşma “Bi paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê em ê jiyaneke azad û pêkve ava bikin” hat lidarxistin.

Yekemîn Konferansa Komeleya Gaziyên Şedadê 27’ê Cotmehê bi beşdariya gelek delege û mêvanan bi dirûşma “Bi paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê em ê jiyaneke azad û pêkve ava bikin” li Şedadê hat lidarxistin.

Salona konferansê bi wêneyên şehîdan, gaziyên gihiştine şehadetê û yên Rêber Apo hat xemilandin.

Konferansê bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdan dest pê kir.

Di konferansê de axaftina vekirinê ji hêla Şîlan Kobanê ve hat kirin.

Şîlan Kobanê ya di destpêka axaftina xwe de êrîşên dewleta Tirk a faşîst a li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kir, diyar kir ku wê dewleta dagirker ti carî negihîje armanca xwe û got, “Gelên herêmê wê bi yekîtiya xwe û bi xwespartina hêza xwe bi ser bikeve.”

Şîlan Kobanê got, “Di serî de û beriya her tiştî em ji dil û can konferansa we ya watedar silav dikin û dibêjin, di serdemek wiha hesas û nazik de hûn konferansa xwe ya gaziyên şer li qada Şedadê li dar dixin. Ev jî cihê şanazî û hurmetê ye. Em konferansa we pîroz dikin û bi hêvî ne ku wê bi ewlehî derbas bibe. Her wiha ji bo pêşerojê wê bibe çareserî û dermanê şifayê. Hevalên hêja we di şer de berdêl dane û hûn gihiştine rewşa gazîbûnê. Ev jî cihê serbilindî û şanaziyê ye, lê watedayîna birîndariya xwe gelekî girîng e û mijareke pir hesas e. Gelek gotin û têgeh li ser gazîbûnê têne gotin û jixwe gotina Rêber Apo ya li ser gaziyên şer gelekî watedar û fêrker e. Rêber Apo ji bo gaziyan dibêje ku divê ti gazî xwe bêçare nebîne û nebêje, ‘Ez bêkêr im û nikarim ti karî bikim.’ Eger mejî û dilê gaziyan saxlem be dikarin gelek karan bikin.”

Şîlan Kobanê bal kişand ser rola gaziyan û hevdîtina bi Rêber Apo re û wiha dewam kir, “Dema ku hevalên me birîndar dibin dijmin wer difikire ku wê hew bikarin bixebitin, lê dijmin texmîn nake em weke çem û rûbarên dijwar her bi xumexum û kêferat in. Bi destekî, yan jî bi çavekî û bi lingekî jî her şer û cengê dikin. Jixwe bi dehan hevalên me îro di nava şer û cenga giran de, xwedî rol û fermandar in. Em tiştên nebûyî dikin û vîna me awarte ye. Em di wê baweriyê de ne ku hevalên me yên gazî wê weke volqanekê, di rûyê zilm û tundiyê de rawestin û destanan xêz bikin. Konferansa hevalên gazî raserî hevdîtina Rêber Apo ya piştî 44 mehan hat û ev jî gelekî girîng e. Peyama Rêbertî ya bi hevokekê pir têr û tijî bû. Ji bo mirov fêm bike û derbasî meriyetê bike gelekî dewlemend bû. Bi taybet jî Rêber Apo balê dikişîne ser tecrîdê û dibêje, ‘Eger şert û merc bêne afirandin, ez xwedî wê hêza teorîk û pratîk im ku vê pêvajoyê ji zemîna şer derbasî ser zemîna hiqûqî û siyasî bikim.’”

Şîlan Kobanê bi wan hevokan dawî li axaftina xwe anî, “Jixwe çalakiya her du hevalên fedayî û qehreman bû weke volqanekê. Dewleta Tirk û pergala wê serûbinî hevdu kir. Li cihekî wek paytext Enqereyê û çalakiyek wiha bi bandor dewleta faşîst şaşwaz kir. Bi ruhê wê têkoşînê û berxwedana li Îmraliyê, hûn jî konferansa xwe li dar dixin û wê her yek ji we bi helwesta xwe ya şoreşgerî bibe weke bombeyekê di rûyê tundrew û faşîstan de. Bi ruhê Asya Elî û Rojger Hêlîn, hûn ê bi dirûşma, ‘Bi paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê em ê jiyaneke azad û pêkve ava bikin’ konferansa xwe bigihînin serketinê. Hûn ê konferansê bikin çareseriya pirsgirêka jin û civakê, bi hedef û armanca pêkanîna civaka demokratîk û konfederal a li ser bingehê azadiya jinê. Divê civak jî xwe ji şerê gel ê şoreşgerî re hazir û amade bike. Bi ruhê pakrewanên nemir xwe bi rêxistin bikin û tevahî gelên Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hev re, bi ruhê Apoyî hev bigirin, serketinê misoger bikin. Bijî Rêber Apo, şehîd namirin û serketin a jin û civakê ye.”

Piştî axaftina vekirinê konferansê bi xwendina nirxandinên Rêber Apo yên têkildarî gaziyan, peyama Tevgera Giştî û Tevgera Jinan a ji bo gaziyên şer dewam kir.

Nûnerên Saziya Malbatên Şehîdan, Meclîsa Giştî û PYD’ê jî bi peyamên xwe konferans pîroz kirin.

Di konferansê de piştî hilbijartina dîwanê rêzikname hat xwendin. Li dû nîqaş û gûftûgoyan rêzikname hate qebûlkirin.

Beşdarên konferansê der barê mijarên mîna pergala rêxistinî, perwerdeya gaziyan û hwd. de nirxandinên girîng kirin.

Piştre meclîsa komeleyê ya ji 17 kesan hat hilbijartin.

Axaftina girtinê ya konferansê jî ji aliyê Laleş Êzîdî ve hat kirin. Laleş Êzîdî di axaftina xwe de bal kişand ser berxwedana Rêber Apo ya li Îmraliyê û got, “Piştî 4 salan di encama têkoşîna gelên me de dewleta Tirk a faşîst a ketiye rewşeke zehmet destûr da ku biraziyê Rêbertiyê biçe cem. Ji bo em karibin tecrîda girankirî ya li hember Rêbertiyê bi temamî ji holê rakin divê em berxwedan û têkoşînê xurttir bikin. Bi wesîleya vê konferansê jî em diyar dikin ku weke gaziyên şer ji bo azadiya fizîkî ya Rêbertiya xwe û pêşxistina paradîgmaya Rêbertiyê em ê têkoşînê hê zêdetir pêş bixin. Ji bo em karibin ji vê pêvajoyê re bibin bersiv bi hêza vê konferansê em ê berxwedana xwe mezintir bikin.”

Konferans bi dirûşmên, “Bijî Serok Apo, “Bi xwîn û can em te re ne ey Serok”, “Jin Jiyan Azadî” û “Şehîd Namirin” bi dawî bû.

 

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button