Lehengê ciwanên welatê xwe: Şiyar Efrîn


Ezîz Hezex ê hevalê têkoşînê yê şehîd Şiyar Efrîn e destnîşan kir ku nêzîkatiyên fermandar Şiyar Efrîn ji bo hevalên gazî pir cuda bû û got, “Heval Şiyar ê li cem Rêber Apo perwerde dîtibû di mijara parastina nirxên partiyê de mînak bû. Ew lehengê ciwanên welatê xwe bû.”

Yek ji pêşeng û fermandarê Tevgera Azadiyê Şiyar Efrîn, Tîrmeha 2024’an li Herêmên Parastinê yên Medya di encama êrîşeke dewleta Tirk a dagirker de gihişt şehadetê.

Şiyar Efrîn ê perwerdeya xwe ya yekemîn li cem Rêber Apo dît, berê xwe da çiyayên azad û dest bi meşa şoreşê kir. Fermandar Şiyar Efrîn ji çiyayên Zagros heya Botanê li gelek qad û herêmên welêt gerîlatî kir. Bi tecrûbeya kûr a bi salan di fermandariyê de pêş ket û berpirsiyartiyên herî girîng girt ser milên xwe. Fermandar Şiyar ê milîtaniya fedaî ya Apoyî esas girt, ji şervantiyê heya fermandariya herêm, eyalet û qadan di her astê de têkoşîn meşand, di dilê gelê xwe û hevrêyên xwe de cihekî herî pîroz girt.

Ezîz Hezex ê yek ji heval û hevrêyê fermandar Şiyar Efrîn e, bi salan li heman qadê bi hev re têkoşîn meşandine. Ezîz Hezex têkildarî jiyan û têkoşîna fermandar Şiyar Efrîn axivî.

Ezîz Hezex destnîşan kir ku fermandar Şiyar di jiyan, pratîk, têkoşîn û şerê xwe de bi rastî jî weke navê xwe şiyar û leheng bû û got, “Ango lehengê ciwanên Kurdistanê bû. Min hevalê Şiyar 1997’an li Zagrosan nas kir. Hevalê Şiyar wê demê kûrye bû. Heya Cîlo, Çarçela, Çemço bi du hevalên xwe re kûryetî dikir. Çûnûhatineke pir dûrûdirêj bû. Heval bi rojan dimeşiyan. Hevalê Şiyar bi fedakartiyeke pir mezin bi wî karê xwe re radibû.”

‘Xwedî taybetmendiya milîtaniya fedaî ya Apoyî bû’

Di dewama axaftina xwe de Ezîz Hezex got ku fermandar Şiyar di temenekî ciwan de tevlî nav refên Tevgera Azadiyê bibû û wer dewam kir, “Hevalê Şiyar xwedî karakter û xisleteke mîna cografyaya Efrînê bû. Her wiha têkoşerî, berxwedanî, dilsoziya bi axê ya ji taybetmendiyên rêûresma Efrînê ye xwe di şexsê heval Şiyar de bi awayekî berbiçav nîşan dida. Xwedî ruhekê pir sivik, bi livûtevger, bi moral û coş bû. Piştî Zagrosan bihara 1998’an careke din li qada Şehîdan em hatin cem hevdu. Bi giştî li wan her du qadan nêzî 3-4 salan em û heval Şiyar ligel hev man.  Piştre dema vesaziya me ji bo Zapê çêbû jî em û heval Şiyar li heman qadê man. Heval Şiyar li Zapê karê lojîstîkê dikir. Ango pêdiviyên hevalan dianî cih. Heval Şiyar ti carî dest ji fedakariya xwe berneda. Ji hevalên xwe re bi hurmet bû, pir ji wan hez dikir. Tevahî taybetmendiyên milîtaniya fedaî ya Apocîtiyê di hevalê Şiyar de hebûn. Ji ber timî bi hevalên xwe re eleqedar dibû, hewl dida pêwîstiyên wan bi temamî bîne cih, hevalan bi henekî digotin, ‘Heval Şiyar bi rastî jî muxtar e.’”

‘Xelkê Botanê pir ji heval Şiyar hez dikir’

Ezîz Hezex da xuyakirin ku fermandar Şiyar ê li cem Rêber Apo perwerde dîtibû di mijara parastina nirxên partiyê de mînak bû û têkildarî vê mijarê jî got, “Heval Şiyar li tevahî qadên têkoşînê xebat meşand. Li her parçeyên welêt di nav berxwedanê de cihê xwe di eniya herî pêş de girt. Hevalê Şiyar ê bi salan li Botanê têkoşîn meşand, di dilê xelkê Botanê de cih girt. Xelkê me yê Botanê pir ji heval Şiyar hez dikir û pir bi heval Şiyar ve girêdayî ye. Ji ber heval Şiyar durist bû, dilsozê gelê xwe, hevalên xwe, Rêbertiya xwe û xaka xwe bû. Heval Şiyar pir bi Rêber Apo, şehîdan, gel û nirxên Tevgera Azadiyê ve girêdayî bû.  Jixwe ev fedakariya heval Şiyar çavkaniya xwe ji vê girêdanê digirt. Hevalê Hakî yê piştre di şerekî de şehîd bû, hinek caran ji heval Şiyar re digot, “Heval eger tiştek bi wan erzaqan were wê çawa bibe?” Hevalê Şiyar digot, “Heke em şehîd bibin, wê tiştek bi wan erzaqan were. Lê eger em şehîd nekevin tiştek bi wan neyê û em ê bigihînin hevalan.”

‘Nêzîkatiyên heval Şiyar ji bo gaziyan pir cuda bû’

Ezîz Hezex diyar kir ku fermandar Şiyar di nav malbat û derdoreke welatparêz de mezin bû û got, “Malbat û derdora heval Şiyar têde mezin bibû gelekî bi Rêbertî û Tevgera Azadiyê ve girêdayî ne. Mirovên pir welatparêz in.  Hevalê Şiyar 12 salan dibistan xwendibû û beriya bi awayekî aktîf tevlî nav refên gerîla bibe jî di nav xebatên ciwanan de cihê xwe girtibû. Nêzîkatiyên heval Şiyar ji bo hevalên gazî pir cuda bû. Mînak hevalê Dilgeş ku bi xwe gazî bû, bi heval Şiyar re pêkve xebat dimeşandin. Jixwe beriya heval Şiyar tevlî nav refên têkoşînê bibe jî bi sedan hevalên birîndar li mala wan tedawî didîtin. Dilsozî û girêdaneke cuda ya hevalê Şiyar ji bo hevalên gazî û birîndar hebû. Heval Şiyar çawa li pêşberî Rêber Apo wer bi heyecan û bi hurmet bû, li beramberî gaziyan jî wer bû. Bi rastî hevalekî mîna navê xwe şiyar bû. Xwedî kesayeteke mînak bû. Bi jiyan, axaftin, sekn û tevgera xwe bandoreke mezin li ser hevrêyên xwe dikir.

‘Em ê timî dilsozê şehîdên xwe bin’

Ezîz Hezex têkildarî şehîdan jî bal kişand ser van xisûsan: “Bêguman wer hêsan nîne mirov têkildarî hevalên şehîd biaxive, behsa jiyan û têkoşîna wan bike. Eger em bixwazin bibin layiqî şehîdan, an jî em bi doza wan, têkoşîn û armanca wan ve girêdayî bin, divê em ji Rêbertiya xwe, şehîdên xwe û gelê xwe hez bikin. Hevaltî jî jixwe ew e. Hevalên weke Şiyar ên pir bi nirx û hêja dest ji her tiştên xwe berdidin û tên tevlî Tevgera Azadiyê dibin. Ti caran ked û têkoşîna wan hevalan nayê jibîrkirin. Em ê li ser esasê soza me daye Rêbertiya xwe, şehîdan û gelê xwe em ê timî di rêya wan hevalên xwe yên hêja de bimeşin. Em timî wer hîs dikin ku ew hevalên me yên şehîd timî li cem me ne. Ji ber vê em dibêjin, ‘Şehîd namirin.’ Weke hevrê û hevalên wan em ê her tim ala şehîdên xwe bilind bikin.”

Ezîz Hezex di dawiya axaftina xwe de behsa xeta berxwedanê ya di nav Tevgera Azadiyê de kir û got, “Taybetmendiya Tevgera Apociyan ew e ku ji tinebûnê hebûnê ava dike û hebûnê jî jiyanî dike. Hevalê Mazlûm Dogan li Zindana Amedê di nav wan şert û mercên herî zehmet ên cûntaya 12’ê Îlonê de çong nedanî, teslîmî xiyanetê nebû û got, “Berxwedan Jiyan e!” Ji lewra em jî diyar dikin ku em ê heya dawiyê di rêya Rêbertiya û şehîdên xwe de bimeşin. Wê şehîdên me timî di dilê me de bijîn. Weke hemû şehîdên me yên din wê bi hezaran dayik navê Şiyar li zarokên xwe bikin û wê doz û têkoşîna heval Şiyar bidomînin.”

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button