Hişmendiya desthilatdaran û çeka wan a veşartî ya li dijî civakan
Madeyên hişbir ji çekên herî xeternak in ku pergalên desthildar û dagirker li dijî civakan û tevgerên azadiyê bi kar tînin.
Madeyên hişbir mijarek sereke ya rojeva gelên cîhanê ye. Ji hêla sîstema kapîtalîst û rejîmên serwer ve ji bo civak her biçe zêdetir birize û refleksen wê yên li hember neheqiyan serî radike ji holê were rakirin bikaranîna madeyên hişbir tê teşwîqkirin. Her çi qasî di qada navneteweyî û nava sînorên welatan de yasayên qedexekirinê hatibin derxistin jî dîmenên derdikevin holê û pêkanîn nîşan didin ku desthilat bi xwe di nav vî karî de ne. Êdî ev made bûne çavkaniyên herî mezin ên bazirganî, amûrên siyasî, leşkerî û teslîmgirtina mirovan.
Madeyên hişbir ji gelek cureyan pêk tên. Bikaranîna madeyên hişbir dibe sedema gelek pirsgirêkan. Ev made wekî jehrê li tevahî bedena mirov belav dibin, ji ser hiş dibin, digihîje asta ku mirovek bêyî li ser hemdê xwe be kiryarên dijminane bike.
Madeyên hişbir bandorê li psîkolojiya bikarhînerê wê dikin û zehmet e bi hêsanî dest jê berde. Ji ber vê yekê pirsgirêkên psîkolojîk, bedenî û zîhnî zêde dibin, rê li ber nexweşiyan û mirinê vedike.
Şebekeyên madeyên hişbir ji herêmên dagirkirî, qadên hikûmeta Şamê, ji Iraq, Başûr û Îranê bi rêyên cur bi cur derbasî herêmên xweser dikin.
Di nava alozî û qeyrana Sûriyeyê de, pergala Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Suriyeyê, bûye navnîşana ewlekarî, aramî, siyasî, civakî, çandî û baweriyê ya ji bo hemû pêkhateyên herêmê. Ev yek ji bo hêzên herêmê û navneteweyî yên hesabên wan li ser Rojhilata Navîn hene dibe kelemek mezin. Lewma ji bilî êrîşên leşkerî, siyasî û aborî, li dijî vê pergalê şerekî taybet tê meşandin. Yek ji rêbazên vî şerî jî belavkirina tora madeyên hişbir e.
Dewleta Tirk piştî herêmên Idlib, Ezaz, Cerablûs, Bab, Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê dagir kir, hewldanên derbaskirina madeyên hişbir zêde bûn. Ev herêm êdî bûn korîdora derbaskirin û bazirganiya madeyên hişbir. Li van herêmên ku kargehên madeyên hişbir jî hatine çêkirin, dewleta Tirk hewl dide van madeyan derbasî herêmên Rêveberiya Xweser bike.
Li aliyê din hikûmeta Şamê û derdorên nêzî wê bi rêya şebekeyan madeyan dişînin herêmê. Dîsa ji aliyê Başûrê Kurdistanê, Iraqê û Îranê jî şebeke hatine avakirin û wan madeyan derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin.
Balkêş e pêwendiya van şebekeyan hemûyan bi hev re heye û dixwazin Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê weke navendek belavkirin û derbaskirina madeyên hişbir bi kar bînin.
Rêber Apo di parêznameya ya dawî de wiha dibêje: “Pirsgirêkên pêk tên, krîz û rewşa kaotîk a civakê dixin navê bi tenê ji ber qanûna kara herî zêde ya kapîtalîzmê nîne; tevî qirkirinên çandî yên dewleta netewe kirinên endustriyalîzmê yên bi tevahî civakê ji civakbûnê derdixe, bi temamî rê li ber xizankirin, tinebûn, bêperwerdehî, bêtenduristî û têkçûna zîhniyetê ya saziyên avahiya jor û binesaziyê vedike. Rewşa pêk tê, ji pirsgirêkê wêdetir di asta felaketa herî mezin a civakî de ye.”
Helbet weke gaziyên şer hewce ye li hember wan kiryar û pêkanînên sîstema kapîtalîst, hêzên dagirker û hevkarên wan em timî hişyar bin. Em civaka xwe ya li ser esasê paradîgmaya Rêber Apo ya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê pêş dikeve biparêzin. Divê civaka xwe û ferdên wê timî perwerde bikin û li hember her cure êrîşan û şerê taybet em wan serwext bikin.
Rêber Apo ji bo civak û ferdê bi tenduristî û têgihiştî jî wiha dibêje, “Civaka bi tenduristî ferdê bi tenduristî digihîne. Ferdê digihîje tenduristiya xwe ya zîhnî û derûnî li hemberî nexweşiyên fizîkî jî berxwedana wî bi hêz dibe û nexweşî kêm dibin. Têgihiştina li perwerdeyê ya neteweya demokratîk bi sedema ku armanca xwe civakbûn û ferd-welatiyê azad e, diyalektîka pêşketinê ya ferd bi civakê re û civakê bi ferd re ji nû ve tê danîn. Rola zanistan a mirovan civakî, azad û wekhev dike ji nû ve derdikeve holê. Neteweya demokratîk netewebûyîna civaka der barê hebûna xwe de rast serwextbûyî ye.”