Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê hatin bîranîn

Li Şedadê bi wesîleya 42. salvegera berxwedana 14'ê Tîrmehê ji hêla federasyona gaziyan ve rêzeçalakî hatin lidarxistin.

Şehîdên Berxwedana Çalakiya Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê li Şedadê ji aliyê Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Saziya Malbatên Şehîdan a herêma Şedadê ve hatin bîranîn.

Li saziya Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê ya Şedadê bi tevlîbûna gelek gaziyên şer û xebatkarên federasyonê, têkildarî 14’ê Tîrmehê semînerek hat lidarxistin. Semînera bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdan hat destpêkirin, ji hêla Endama Rêveberiya PYD’ê ya Herêma Şedadê Melek Şedadî ve hat rêveberin.

Melek Şedadî ya der barê wate û girîngiya berxwedana 14’ê Tîrmehê de axivî, destnîşan kir ku Tevgera Azadiyê ya gelek şoreşgerên ji pêkhateyên cuda di nav de cih digirin, timî li hemberî neheqî û zordariyê têkoşîn kiriye.

Melek Şedadî di dewama axaftina xwe de jî bal kişand ser ruhê berxwedêr ê 14’ê Tîrmehê û got ku ew deyndarên têkoşerên bi fikrên Rêber Apo rêya azadiyê ji wan re vekirine.

Semîner bi sînevîzyona fîlmê 14’ê Tîmehê berdewam kir.

Her wiha Federasyona Gaziyên Şer û Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Şedadê yê kantona Cizîrê têkildarî bîranîna Şehîdên 14ˊê Tîrmehê (Rojiya Mirinê) li Baxçê Serokatî yê li Şedadê daxuyaniyek da.

Endamê Federasyona Gaziyan Casim El Xidêr daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de Şehîdên 14ˊê Tîrmehê (Rojiya Mirinê) hatin bibîranîn û hat diyarkirin ku bi saya fikir û felsefeya Rêber Abdullah Öcalan û şopandina xeta şehîdê mezin Mazlûm Dogan berxwedana zindanan bû sembola serkeftinê.

Di daxuyaniyê de hate gotin ew li ser şopa Rêber Abdullah Öcalan û Şehîdên Berxwedana 14ˊê Tîrmehê ku di oxira gihandina azadiyê de dimeşin û dê li gorî qêrîna Mazlûm Dogan a (Berxwedan Jiyan e) tev bigerin.

Di dawiyê de beşdaran dirûşmên ˊBê Serok Jiyan Nabeˊ berz kirin.

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button