`Şengal Cihê Govenda Azadiyê Ye`

  • Gaziyê şer ê Bakur û Rojhilatê Sûriyê Delîla Dêrîk bîranînek xwe ya Şengal mayî dibîje. Delîla diyar dike ku ji bo ku biçin gund û bajarê Şengal ji çeteyên DAÎŞ’ ê paqij bikin wan li dora agir govend digerandin. 

Delîla Dêrîk wiha behsa bîranîna xwe a şerê li Şengal dike :

”Di wê hefta dawiyê de berî ku li Şengal dest bi piratîkê bikin ji bo ku der dora xwe nas bikin kesfa xwe dikirin. Çiyê nû nas dikirin lê her der ji wan re naskirî dihat qet xeribî jiyan nedirin. Bir roj rûdiniştin û çirokên şer ji hevalên xwe yê ku berî wan di nava berxwedaniyê de cihgirtibûn bi baldarî guhdar dikirin. Her şev nebe jî lê piranî şevên xwe govend li der dora agir bi hevre digitin. Ji xwe di canda Tevgera Azadiyê de ev tişt heye. Şervanên azadiyê berî ku biçin çalakiya xwe dîlan digerandin. Wan li dora agir govend digerandin û ji bo ku biçin gund û bajarê Şengal ji çeteyên DAÎŞ’ ê paqij bikin, amedekariyê pevçûnên giran dikirin. Bi çavên tijî çirûsk li wan tamaşe dikir. Wê rojê, şeva ku berî dest bi piratîkê bikin, Heval Bêrîvan çend keziyên zirav di nava porê xwe yê dirêj de hûnandibûn. Mirov, qey xwe ji bo cejnê amede kiriye. Tevgera wê ya narîn bala her kesî dikşand. Wê şevê wê û hevalên xwe agirekî mezin dadabûn. Şev ne şeva newrozê bû lê agir agirê newrozê bû. Heval Tîrej, Heval Pîrdoğan, Heval Delîla, Heval Rênaz li kêleka agir rûniştibû. Ronahiya agir dabû ser Heval Bêrîvan. Bi rûkeniyeke li der dora xwe dinêrî. Ew li ber agir rûniştibû lê li gelek çiyayan digeriya, çiya dihat bîra wê.

Govenda Li Dora Agir, Weke Agir Geş Dibû

Ew rojên ku gavên wê yê sivik wê ji lûtkeyeke çiyayê Kurdistanê dibir lûtkeyekedin, dihat bîra wê. Her tişt li pêş çavê wê zindi dibûn. Weke mirovek bi azmûn aram rûniştibû û li hevalan tamaşe dikir. Bi tevgera xwe ya narîn ya ku hindirê mirovan aram dike li hevalên xwe tamaşe dikir. Govenda li dora agir, weke agir geş dibû. Hevalên wê yên tabûrê dema ku di ber wê re derbas dibûn bi çavên xwe, bi dengên xwe ew banî govendê dikirin. Lê ew dikeniya û bi tevgera xwe ya ciwan ji wan ra digot ji xwe ez bi we re govend digerînim, lê li we tameşe kirin hîn xweştir e. Dilê wê ranedigirt ku hevalên xwe bişkîne û kêm be jî diçû destên wan digit û bi yek ruhî wêneyeke yekgirtî xêz dikirin.

Di Gotin Şengal Rizgar Bibe Emê Biçin Ser Savuma Qîr Bikin

Wê şevê hemû sitranên ku dizanibûn weke çemekî zelal di nava gund de herikandin. Di gotin Şengal rizgar bibe emê biçin ser savuma qîr bikini. Bi dengê stranê xwe re di nava yek ahengî de xwe hildavêtin weke yek dilî bi yek rîtmî tevger dikirin. Sitranên wan li gund deng vedida. Gundê ku di nav kulîk û çiçekên buharê de xemilî bû, xemla wê bi şervanê azadiyê hîn zêdetir bibû. Mirov qey strana wan bi yek dengî di yek zengelokê de der diket. Sitran, govend ew dibir gelek derên ku biraninên wê li wir zindiye û ew dibir gelek deman û danî. Li rûyê hemû hevalên xwe yên di dîlanê de dinêrî. Her yek di dilê wê da dihat candin. Hema xwe ji nava govendê derxist û çû milê din da ku hîn baştir wan bibîne.

Di Nîvenga Şer De Rojên Giran

Heval Bêrîvan bi hevalên xwe re derbasî cebhên pêş ya ku şer lê girane bû. Her roj heval Berivan bi baldarî gelek azmûnên şer û yê jiyanê digirt. Heval Bêrîvan ya di nava şerê giran yê li dijî DAÎŞ’ê de şerker û netirs bû, di nava hevalên xwe da jî her cihê aramiyê bû. Di nîvenga şer de rojên giran, rojên har derbas dibûn lê wan bi hev re govenda dîrokî gerandibûn. Wan li dora agirê Newrozê govend gerandibûn. Roj çiqas zehmet û har bin ew ewqas bi hêz bûn.

Ew ji vir diçûn wir û ji wir jî diçûn çihekî din. Her di nava tevgerê de bûn. Di demekî kin de gelek cih naskirin. Erdnîgariya Şengalê hinek jî erdnîgariya ku ew lê ji dayik bûye û piştre lê maye cuda bû. Êdi ev erdnîgarî parçeyek ji hebûna wê ye. Wisa ji hevalên xwe re digot: ”cilên me çawa dibin bila bibin, cihê me çiqas bê guhertin bila bê guhertin, doza me her ew doze ji xwe em li Şengalê ne, em hatine cihê xwe”.

Her çendî ku hevala me bi xwezaya xwe narîn û aram bû lê di heman demê de jineke bi hêz bû li hember diyardeyên mêr yê herî xeter rawestiya bû û şerê DAÎŞ’ê dikir. Ji bajarê Maku ta bajarê Şengalê doza jin hilgirtibû. Ew jî weke gelek hevalên xwe yê jin baş dizanibû ku bi çeteyên hov re şer kirin berî her tiştî karê jinê ye. DAÎŞ ê weke wan hovîtiyan ku li hemberî jinê hatine afirandin. Heval Berîvan bi hevalên xwe re rêwîtiya heqîqetê dikir û li hemberî van hovîtiyan şer dikir. Temenê wê ciwan bû lê doza wê doza salên dirêj ya jinan û gelê Êzîdiyan bû”

 

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button