8’ê Adarê bi şervanên YPJ’ê êdî hê bi wate ye
Şîlan Kobanê

Zayîneke efsanewî ye rojbûna YPJ’ê ya di 4’ê Nîsanê di nav agirê şoreşeke gerdûnî û dîrokî de ye. Lewma yên bi şaşî, nankorî, bi awayekî înkarker û bi mebesteke din nêzî YPJ’ê bibin wê bi ser kêra xwe de bikevin, wê dara li bin lingê xwe bibirin, dê bivir li lingê xwe bidin. Wê êşa yên welê heta hetayê û daîmî be. Wê ti derman nikaribe wan baş bike. Wê yên wisa li tîra xwedawendan biqelibin. Wê rastî şemaqa mîmarê heqîqetê û felsefeya “Jin Jiyan Azadî” Rêber Apo werin.
Ji lewra bila kes bi agir nelîze û xwe şaş neke. YPJ’ê mîrasa jinên dilmezin, canbexşên heqîqetê, birûskên barana cîhana nû ne. Tîrêjên roja asîmanê xwedî keziyên dirêj ên her biskek li aliyekî cîhanê, her biskek ji neteweyekê, ji olekê, ji welatekî, ji zimanekî bi wateyeke pir cuda hatine hûnandin e. Xeml û bedewiya wê daye tevahî civakan û gelan.
Serdemek ji bo sedsalekê, sedsal jî ji bo hezar û yek salî dubareya çîroka hezar û yek şevê ye. YPJ, her rojek û destanek; her şevek û çîrokek; her kêliyek û wateyek; her şehîdek û sembolekê dihewîne. Dîrokeke ji bûyer, berxwedanî, têkoşîn, hêvî, bendewarî, yekîtî, şikandina qeyd û zincîran, hilweşandina dîwar û deriyan dagirtî ye.
YPJ bû bicihanîna xeyal, armanc û hêviyên Besê, Zarîfe, Leyla Qasim, Bêrîtan û Zîlanan. YPJ bû tola jinên Ermenî, Asûrî, Ereb, Kurd ên hatin qetilkirin, serjêkirin û rastî destdirêjiya hovan hatin. Li hemberî qatilên kastîk YPJ bû sonda berxwedanê. Şervanên YPJ’ê mîna stêrkan dibiriqin.
Tevî hemû kiryar û pêkûtiyên zîhniyeta qatilên kastîk, YPJ ji jinan re bû hêvî. Jinan bi têkoşîna şervanên leheng ên YPJ’ê di rêya diçe azadiyê de bêteredut meşiyan bi dirûşmên, “Jin jiyan azadî.”
Êdî bi YPJ’ê li Rojavayê Kurdistanê 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê hê bi wate ye. 8’ê Adarê li pêşengê mirovatiyê Rêber Apo, şervanên leheng ên jin û xort û tevahî gelên azadîxwaz pîroz be.




