Jineke şoreşger a fedaî: Rojbîn Ereb – Beşê 1

Rojbîn Ereb ji bo jiyana Rêbertî ya bi jiyana gelê wê re bûye yek, tevlîbûna nav refên kesên ku di mirinê de jiyan tercîh kirine weke kerametekê pêk tîne û 17’ê Mijdara 1998’an li navçeya Gever a girêdayî Colemergê bi çalakiya fedaî tevlî karwanê şehîdan dibe.

Mirovên ji gelên cuda li hemberî Komploya Navneteweyî bi dirûşma, “Hûn Nikarin Roja me Tarî Bikin” bi ruhekî fedaî ketin nav berxwedana her roj bêhtir pêş ket. Berxwedana fedaî ya heya wê rojê didomiya, bi ruhekî nû yê fedaî haveyn girt. Êş çawa bûya bila biba heya azadî hatiba bidestxistin, îradeya berxwedanê, hêz û biryardariya wê dê wer şekil girtiba.

Eger îro şervan û gerîlayên azadiyê li hember hemû êrîşan di nav berxwedaneke mezin de ne û ti hêz nikare wan têk bibe, di vir de rola berxwedana fedaî ya “Hûn Nikarin Roja me Tarî Bikin” û şehîdên wê berxwedanê di asteke mezin de ye.

17’ê Mijdara 1998’an yek ji gerîlaya azadiyê ya li hember Komploya Navneteweyî bû bersiv Rojbîn Ereb bû.

Rojbîn sala 1972’yan li Beyrûdê di nav malbateke Ereb de ji dayik dibe. Dema temenê wê dibe çar, ji ber birayê wê tevlî Rêxistina Rizgariya Filistînê dibe û dîsa ji ber pirsgirêkên di nav eşîretê de bi malbata xwe re koçî Mêrdînê dike. Piştî 6 mehan ji Mêrdînê derbasî Skenderûnê dibin.

Hevala Rojbîn a li navçeya Skenderûn a girêdayî Hatayê dest bi dibistanê kir, heya wê demê peyveke bi Tirkî nizanîbû. Li dibistanê fêrî Tirkî dibe. Hevala Rojbîn a di pêvajoya xwendinê de ji derdorên şoreşger û welatparêz bandor dibe, 1993’yan tevlî nav refên PKK’ê dibe.

Hevrê Rojbîn pratîka xwe ya destpêkê li Botanê dimeşîne. Salên destpêkê di nav dijwariya şer de azadiyê, rastiya jin û gelên bindest fêm dike.

Rojbîn, ji 1995’an heya 1996’an li Qada Rêbertî dimîne. Perwerdeya Rêbertîyê dibîne. Ji ber bavê hevala Rojbîn axa ye, ew xisûs ji bo Rêbertî têkildarî Rojbîn dibe weke xweseriyekê. Lewma Rêbertî cewherê di Rojbîn de dibîne û wê hê ji nêz ve perwerde dike. Weke her milîtaneke jin hevrê Rojbîn jî di perwerdeya Rêbertiyê de hêza jinûve vejînê bi awayekî berbiçav dibîne û li gor wê di nav têkoşînê de cih digire.

Jiyana Rojbîn a bi jiyana gerîla û welat re gihişt hevdu, şaxên xwe berda erdê. Karaktera wê ya saf û paqij di armanca azadiya jinan de ew ber bi dilsoziyeke jidil ve bir. Hebûna bi Rêbertiya xwe re, qebûlnekirina jiyana bê Rêbertî ji bo hevala Rojbîn dibe weke prensîbekê.

Rojbîn ne Kurd, Ereb bû, lê belê tiştên dihatin serê gelê Kurd ji dil ve his kiribû.

Ji asta îdeolojiya pêve hatibû girêdan, di oxira wê de mirin dabû ber çavan û ji rohniya wê ya di rêya diçû azadiyê de yeqîn kiribû. Rojbîn ne Kurd, jineke ji Rojhilata Navîn bû.

Weke jineke Ereb tevlîbûna wê ya nav Tevgera Apociyan dihat wateya ji rastiya gelên Rojhilata Navîn, bi esasî jî ji rastiya jinên Rojhilata Navîn re mirov bibêje ‘Bes e’. Hevdîtin û nêzîkbûna xwe ya bi gelê Kurd û jina Kurd re veguherandibû yekparetiyeke nayê qutkirin.

Rewşa wê ya ku ji gelekî cuda bû, ji bo wê ne cudabûnek, berevajî sedemeke avakirina yekîtiya gelan bû.

Hevrê Rojbîn li Geverê bi çalakiyeke fedaî ya li hember dijmin, hêrsa xwe ya li dijî Komploya Navneteweyî bi fedaîbûnê nîşan dide. Di roja me ya îro de bi sedan ciwanên Kurd û Ereb ji çiyayên azad heya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê navê Rojbîn li xwe kirine, ji bo jiyaneke bi rûmet û wekhev di nav berxwedan û têkoşînê de ne. Dîsa li qadên di bin kontrola Rêveberiya Xweser de bi hezaran kes li Akademiyên bi navê Rojbîn Ereb ji bo parastina xak û gelên xwe perwerdeyên eskerî û îdeolojîk dibînin.

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button