‘2’yê Tîrmehê tovên Şoreşa 19’ê Tîrmehê hatin reşandin’

Rêber Apo 2’yê Tîrmeha 1979’an ji Bakurê Kurdistanê berê xwe dide Rojavayê Kurdistanê. Cihê cara pêşî Rêbertî li Rojava diçiyê gundê Elpelûr ê Kobanê ye. Ev hatina Rêber Apo tê wateya reşandina tovên fikra Şoreşa 19’ê Tîrmehê ya hemû gel û baweriyên Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye.

Rêber Apo piştre ji wir derbasî qada Lubnan-Filistînê dibe. Têkiliyên dostaniyê yên bi rêxistinên Filistînî re, danûstandinên bi gelê Ereb re, ji bo dengvedana armanca têkoşîna pîroz a Tevgera Apoyî gavên destpêkê ne. Pêvajoya xebata nêzî 20 salan a li Lubnan û Sûriyeyê bû sedema têkoşîna Tevgera Azadiyê li hemû cîhanê jî bê naskirin.

Ev sal salên welê ne ku bi sedan ciwanên ji Rojava û Sûriyeyê diçin cem Rêbertî. Di aliyê de eskerî, siyasî û îdeolojîk de xwe perwerde dikin. Tenê ne ciwan gelek mirovên welatparêz û dayik jî diçin cem Rêber Apo. Hewl didin bi fikir û ramanên Rêber Apo xwe pêş bixin.  Li ser vî esasî Gelê Kurd ê li Rojava û dostên wan rêxistinbûna xwe xurt dikin û bingehên Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê datînin.

Sîstema avahiya rêveberiya xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya gel û baweriyên cuda cihê xwe têde digirin li ser esasê têkoşîna bi salan a Rêber Apo ya li qadên Lubnan û Sûriyeyê hat meşandin pêş ket.

Bi xebata Rêbertî ya li wan qadan gelek ciwanên bi eslê xwe Ereb tevlî nav refên Tevgera Azadiyê bûn. Rêber Apo bi rûspiyên gelê Ereb re têkiliyên pir girîng çêkirin. Meriv dikare bêje ku bingehên jiyana pêkve ya bi gelên Rojhilata Navîn re wê demê hatibûn pêşxistin. Ev îro xwe bi Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mîna rojê dide nîşandan.

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button