15’ê Sibatê wê bibe roja têkoşîna azadiya fizîkî ya Rêber Apo

Asya Weşûkanî

Komploya 15’ê Sibatê di hişê mirovan de her weke lekeyeke reş derbas dibe û niha jî em careke din salvegera vê roja reş dijîn. Di dîroka mirovahiyê de gelek komplo hatine çêkirin, lê komploya li ser gelê Kurd û Rêberê wan qet nehatine dîtin. Bi dehan dewletên desthilatdar û sermayeparêz ketibûn pey Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Vê dijmintiya wan a kevnar a li hember gelê Kurd dida nîşandan.

Ew hêzên fikir û ramanên Rêbertî, Tevgera Azadiyê ya di pêşengiya Rêbertî de li hember plan û hesabên xwe yên têkildarî Rojhilata Navîn weke xeterî dîtin. Wan hêzên rûreş ku bi komployê dixwestin Rêbertî tine bikin, dema bi ser neketin vê carê radestî dewleta Tirk kirin. Jixwe serokwezîrê demê yê Tirkiyeyê Bulent Ecevît digot, “Min hê jî fêm nekiriye bê Amerîka çima Apo dan me.”

15’ê Sibata 1999’an de gelê Kurd li her deverê rabû ser piyan û weke volqanekê teqiyan. Li çar parçeyên Kurdistanê Kurd ji bo Rêbertiya xwe derketin kolan û qadan, bertek û nerazîbûna xwe ya li hember komplogeran nîşan dan.

Li Bazirganê ya Makûyê bi hezaran Kurd çûn ber sînor. Di xwepêşandanan de bi dehan welatparêz şehîd û birîndar bûn. Li dû wê bi taybet li Rojhilatê Kurdistanê bi sedan ciwanên li zanîngehan dixwendin berê xwe dan çiyayên Kurdistanê. Gelê Rojhilatê Kurdistanê yê xwedî hafizeyeke kûr a neteweyî ye, dizanî piştî rêber, serok û pêşengên wan tên darvekirin çi tê serê gel. Lewma li hember girtina Rêbertî ya bi awayekî komployeke bêbext bi hemû hestên xwe yên neteweyî rabûn ser piyan.

Li kêleka wan serhildanan gel bûn bersiveke pir xurt û weke sîleyekê li bin guhê komplogeran ket. Wan hêzên komplger qet tiştekî welê taxmîn nedikir. Bi mîlyonan Kurdên bi hesreta azadiyê, bi hezaran milîtanên feedaî ji bo xwedîderketina li Rêberê xwe ketin nav livûtevgerê.

Bi şîara “Hûn nikarin Roja me Tarî Bikin” bi dehan şoreşgerên dildarên Rêbertî weke perperîkên lêgerên heqîqetê li dora Rêbertî xwe kirin xelekeke ji êgir. Bi vê wesîleyê ez wan pêşeng û serkêşên çiyayî û hevalên rastî yên Rêber Apo ji dil û can bi bîr tînim û soza xwe ji wan re dubare dikim.

Rêber Apo bi fikir, felsefe û pêşbîniyên xwe yên zanyarî û çêker dest bi dahûrandin û destwerdana li pûçkirina komployê kir û bi ser ket. Rêber Apo zindana girava Îmraliyê veguherand akademiyeke rohnîbûnê û fikrên xwe belavî hemû mirovahiyê kir.

Em soz didin bi bilindkirina têkoşîna ji bo serxistina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk em ê komployê bi temamî pûç bikin. Em ê azadiya fizîkî ya Rêber Apo misoger bikin û weke netewe yekîtiya xwe pêk bînin.

Li hember Komploya Navneteweyî ya sala 27’an temam dike û derbasî sala 28’an dibe, Rêbertiya me berxwedaneke bêhempa pêş xist û hemû planên komplogeran vala derxist. Rêbert Apo yê bi salan e ji bo pirsgirêka Kurd bi rêyên aştiyane çareser bibe, 27’ê Sibata 2025’an Banga Aştî û Civaka Demokratîk kir û pêvajoyeke nû pêş xist. Tevgera Azadiyê û gelê Kurd di vê mijarê de hemû berpirsiyariyên xwe bi vîn û baweriyeke mezin a bi Rêbêrê xwe re pêk anîn. Lê dewleta Tirk hê jî ji bilî komîsyona li meclîsê ti gaveke berbiçav neavêtiye.

Rayedarên dewleta Tirk hemû jî nikarin bi qasî Rêber Apo gelê Kurd û gelê Tirk biparêzin. Neteweperestiya Tirk û desthilatdariya wan a komplogeran guhdarî dikin. Eger ev wer berdewam bike wê ji bo Tirkiyeyê rê li ber karesateke mezin vebe. Heke aliyên pêwendîdar ên dewletê li ser gotinên xwe rawestin û çariyekê bi qasî Rêber Apo kedê bidin wê çareserî tekez çêbibe.

Li ser vî esasî ez 27’emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê şermezar dikim. Bang li hemû gelê Kurd û dostên wan dikim ku têkoşîna ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan mezintir bikin û roja reş bikin roja têkoşînê.

.

 

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button